Koln (Rûdaw) - Li bajarê Kolnê yê Almanyayê, çalakvanên Înisyatîfa Ciwanên Rojavayê Kurdistanê dest bi çalakyên xwe kirin û di çalakiyên xwe de ji aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê xwestin lihev bikin.
Çalakvanên Înisyatîfa Ciwanên Rojavayê Kurdistanê îro li bajarê Kolnê yê Almanyayê çalakiyek li dar xistin û têde ji aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê xwestin lêvegereke siyasî ava bikin û herdû hêzên Kurdan, Hêzên Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê û Hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jî di bin navê artêşeke niştîmanî ya Kurd de bibin yek.
Înisyatîfa Ciwanên Rojavayê Kurdistanê herwiha ji Encumena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) xwestin ku bi şandeke serbixwe kurd biçin Jenêvê.
Yek ji çalakvanên wê înisyatîfê jî dibêje, mixabin ti aliyekê siyasî yê Rojavayê Kurdistanê li pey banga wan neçûne û tevlî wê çalakiyê nebûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse