200 endamên Talibanê teslîm bûn

02-04-2017
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyam - Li parêzgara Belxayê ya Efxanistanê 200 milîtanên Talibanê çek danî û teslîmî hikûmetê bûn.


Parlementerê Belxê Alem Xan Azadî, Serokê Şêwra Bajarê Belxê Muhammada Afzal Hedîd, Serokê Îstixbarata Balxê Îbadullah Îbad û Midûrê Emniyeta Belxê Sayed Kemal Sadat beşdarî merasima teslîmbûna milîtanan bû.


Parlementer Azadî di merasimê da axivî û got ku bi danîna çekan dê li herêmê aramî çêbibe û gelê di nav aramiyê de bijî.




Serokê Şêwra Belxê Hedîd jî diyar kir, kesê bi rêya pevçûnê negihêje armancên xwe.


Han Muhammed Çirîkê fermandarê milîtanên ku teslîm bûn jî got: "Me fêm kir ku em dê bi çekê ve negihêjin tu derê. Ji ber vê yekê me çekên xwe danîn û em teslîm bûn. Em dê êdî mil bidin dewletê û bi terorîstan re têkoşînê bidin." (aa)



Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst