MALMO: Bajarê mafyayên Swêdê

02-04-2017
Ala Şalî
Ala Şalî
Malmo
Malmo
Nîşan Malmo Swêd Mafya
A+ A-

Malmo (Rûdaw) – Bajarê Malmoyê weke “Şîkagoya Swêdê û Bajarê Mafya” tê naskirin. Hinek car dibêjin piştî demjimêr 06.00ê êvarê kes newêre li hinek kolan û taxan derbikeve derve.

 

Dema mirov diçe taxa Rosingardê ya Malmoyê, wesa hest pê dike, ku li welatekî erebî ye. ji ber ku ji sedî 80ê nîştecihên vê taxê biyanî û bi giranî jî ereb in.

 

Li vê taxê şewitandina otomobîlan, firotina madeyên hişbir û kuştina mirovan bûye karekî rojane. Tenê di sala 2015ê de li vê taxê 24 teqînên mezin çêbûne, di navbera komên çeteyan de jî 68 caran pevçûn derketiye.

 

Nîştecihên Malmoyê û bi taybetî jî ew taxên aloz dibêjin, hêzên ewlekariyê jî nikarin destwerdana van çeteyan bikin.

 

Lê Rêveberê Polîsên Malmo Anderson Veberîn dibêje; “Me ji bo aramî û ewlekariyê hemû derfetên xwe xistine bikaraniye. Em dizanin rêjeya tawanan li vir zêde ye. em nîştecihên bajêr piştrast dikin, ku ewlekariya wan hatiye parastin. Firotina madeyên hişbir pirsgirêkek mezin e, herwiha pere jî bûye sedema sereke ya tawanên din.”

 

Li malmoyê 300 hezar kes dijîn lê ji sedî 31ê wan li vî bajarî jidayiik bûne. Piraniya penaberên vî bajarî jî xelkê Sûriye, Somalî û welatên Balkan in. di vî bajarî de zêdetirî 100 neteweyên cuda bi hevre dijîn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst