Encamên destpêkê yên hilbijartinên Fînlandayê aşkere bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Medyayên Fînlandayê encamên destpêkê yên hilbijartinên Fînlandayê aşkere kirin û li gor encamên ne fermî yên destpêkê, Hevpeymaniya Niştimanî (KOKOOMUS) bi 20.8% dengan li pêş e.
Îro li Fînlandayê ji saet 09:00 bi dema xwecihî ve hilbijartinên parlamentoyê li wî welatî bo diyarkirina 200 parlamenteran destpê kirin û heta saet 20:00 dom kir.
Li Fînlandayê ku nifûsa wê bi qasî 5 milyon û 600 hezar kesî ye 4 milyon û 546 hezar kesan di hilbijartinên îro de mafê wan ê dengdanê hebû.
Di serê saeta 20:00an de deriyên navendên dengdanê hatin girtin û cudakirin û hejmartina dengan destpê kir.
Li gor encamên destpêkê yên nefermî ku medyayên wî welatî belav kirine, Hevpeymaniya Niştimanî (KOKOOMUS) bi 20.8% dengan li pêş e û partiya Sosyal Demokrat / SDP bi 20.7 û Partiya Fînlandiyan / PERUS bi 18.6% dengan di rêzên duyem û sêyem de ne.
Encamên destpêkê yên hilbijartinên Fînlandayê:
1- Hevpeymaniya Niştimanî / KOKOOMUS: 20.8%
2- Sosyal Demokrat / SDP: 20.7%
3- Partiya Fînlandiyan / PERUS: 18.6%
4- Partiya Navendî: %12,3
5-Partiya Çep: 7,9%
6-Partiya Keskan: 7,3%
7- Demokratên Kiristiyan: 4,4%
Li gorî daxuyaniya Wezareta Dadê, tê payîn ku encamên dawî yên hilbijartinan dê di 5ê Nîsanê de bên eşkerekirin.