Xerciya zêde ya şerê Ukraynayê ji Rûsyayê re bûye barekî giran
Moskow - Xerciya zêde ya şerê Ukraynayê Rûsya rastî krîza mezin a aborî kiriye.Ev mesref bandoreke neyînî li ser geşedana aborî û rewşa darayî ya Rûsyayê dike.
Serokê Enstîtuya Enerjî û Darayî ya Rûsyayê Marsel Salihov got, "Raste, faîz pir bilind e. Dema ku lêçûnên budceyê kêmtir bibin, dê Banka Navendî jî rêjeya faîzê kêmtir bike. Îro lêçûnên herî zêde bi giranî ji bo operasyonên taybet ên leşkerî tên serfkirin. Loma jî, eger agirbesteke were kirin, mesrefên budceyê dê kêmtir bibin û dûr nîne ku geşeya aboriya Rûsyayê jî dakeve asta jêr lê ez bawer nakim ku ew dê bibe qeyraneke pir dijwar."
Bandora faîzên bilind li ser sektora xaniyan
Pispor xanî û emlakfiroşiyê Aleksey Çernikh jî got, "Vê gavê ji ber faîzên bilind, kirîna xaniyan bi îpotekê gelek kêm bûye û dema ku faîzê sereke dê nizm bibe, kirîna xaniyan bê guman dê zêdetir bibe û ez pê bawer im ku gelek kes niha li benda wê yekê ne. Dema ku mişterî li bazarê zêdetir bibin, dema ku xwediyên emlakan zêdebûna daxwazeke wiha bibînin, bê guman ew dê buhayê xaniyan hîn jî girantir bikin. An ku faîz bi her awayî ziyanê dide xelkê."
Armanca bilindkirina faîzan: kontrolkirina enflasyonê ye
Pisporên aborî û darayiyê piştrast dikin ku armanca bilindkirina rêjeya sereke ya faîzan, kontrolkirina enflasyonê ye. Sedema enflasyonê jî şerê li Ukraynayê ye. Li gorî pisporan hikûmet neçar e ku mesrefên leşkerî bi berdewamî zêdetir bike.
"Li Rûsyayê rewşeke xapînok a aborî heye"
Ji aliyê din, aborînas dibêjin li Rûsyayê rewşeke xapînok a baştirbûna aboriyê derketiye holê ku xwe dispêre bi xurtbûna Rubleyê Rûsî. Li gorî pisporan Rewşa li bazara firotina xaniyan û li sektora emlakê rewşa aboriya xelkê pir bi aşkereyî nîşan dide.
Aborînas hişyariya wê yekê didin ku eger ev hevsengî neyê parastin û pê re jî li gel enflasyon û faîzên bilind, aboriya Rûsyayê dê ber bi qeyraneke mezin ve biçe.