Birêvebiriya Trump xerciyên parastinê ji sedî 13 zêde dike

Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya Trump 163 milyar dolar, ango ji sedî 22yê mesrefên federalî kêm dike, lê mesrefên parastinê bi qasî ji sedî 13 û ewlehiya navxweyî jî ji sedî 65 zêde dike.

Nivîsgeha Rêveberî û Karûbarên Budceyê ya Amerîkayê pêşniyara budceya welat ji bo sala darayî ya Çiriya Pêşîn a 2025 heta Çiriya Pêşîn a 2026 ragihand.

Russell Vought, Birêvebirê Nivîsgeha Rêveberî û Karûbarên Budceyê ya Amerîkayê ku girêdayî Koşka Spî ye, di daxuyaniyekê de li ser ragihandina pêşniyara budçeya welat got:

"Di vê dema girîng de, pêwîstiya me bi budceyeke dîrokî heye ku dawî li kêmbûna dahatan bîne, Amerîkiyan di serî de bigire û piştgiriya mezin ji artêş û ewlehiya navxweyî bike."

Di daxuyaniya de hat ragihandin ku di vê pêşniyarê de budçeya parastinê heta 1 trilyon û 100 milyon dolar tê zêdekirin, ango bi rêjeya ji sedî 13 hatiye zêdekirin.

Budceya ewlehiya navxweyî jî bi rêjeya ji sedî 65 beramberî budceya Çiriya Pêşîn a 2024 heta Çiriya Pêşîn a 2025 zêdetir e û bûye 184.8 milyar dolar.

Her wiha mesrefên ne-leşkerî jî bi qasî ji sedî 23 beramberî budceya 2017an hatine kêmkirin.

Vought nameyekê ji Kongreya welatê xwe re şandiye û tê de dibêje, pêşniyara budçeya wan dê bibe sedema parastina sînoran.

Amaje bi wê yekê jî dike ku ev pêşniyar "wê tevliheviyê ji holê radike ku ji aliyê îdareya berê ve ji bo Serok Trump hatiye hiştin, dê bibe sedema xurtkirina sînoran û wasiteyên din ên parastinê ji bo parastina Amerîkayê ji dagirkeriya derve."

Budceya salane ya Amerîkayê ji 1ê Çiriya Pêşîn a salekê heta 1ê Çiriya Pêşîn a sala pêşiya wê ye.

Li gorî pêşniyarê, 163 milyar dolar ji mesrefên welat tên kêmkirin.

Zêdetirîn kêmkirina mesrefan têkilî bi hejmarekê bernameyên derbarê zayend, avhewa û alîkariya derve ve hene.

Senatorê Demokratan ê li Senatoya Amerîkayê Chuck Schumer, bertek da pêşniyara budceya îdareya Trump kir û got:

"Siyasetên rêveberiya Serok Trump ji bilî êrîşên li ser Amerîkiyên ku jiyaneke dijwar dijîn tiştek din nînin."

Pêşniyara budceya Amerîkayê ji bo Kongreya welat tê şandin ku ji her du encumenên Nûneran û Senetoyê pêk tên.

Pejirandina budceyê hewcedarî bi 50+1 endamên her du encûmenan heye ku Komarî di her du encumenan de rêjeya pêwîst bi dest xistine.