Li Hindistanê 3 trên li hev qelibîn: Herî kêm 50 kes mirin, 500 kes jî birîndar in

Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaleta Orîssaya Hindistanê di encama qezaya 3 trênan de li gorî zanyariyan herî kêm 50 kesan canê xwe ji dest dane, zêdetirî 500 kesan jî birîndar bûne.

Li gorî nûçeya Hindustan Timesê li herêma Balasoreyê trêna rêwiyan a Coromandel Expressê û trêneke barhilgir li hev qelibîn.

Di qezaya ku nêzîkî Rawestgeha Bahanaga Bazarê bi dema herêmê di demjimêr 19:20an de qewimî, li gorî zanyariyên destpêkê 50 kesan canê xwe ji dest dane, zêdetirî 300 kesan jî birîndar bûne.

Rayedarên Hindistanê ragihand ku 179 birîndar birine nexweşxaneyan û her wiha ji bo derxistina rêwiyên birîndar û miriyan jî xebatên rizgarkirinê berdewam in.