Misr – 10 mezinên Îxwanê hatin kuştin

02-07-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Qahîre (Rûdaw) – Li paytexta Misrê Qahîreyê, 10 mezinên rêxistina îslamî ya Birayên Misilman (Îxwan) hatin kuştin.

 

Duh hêzên ewlekariyê yên Misirê li Qahîreyê operasyonek li hember komek endamên Îxwanê, yên ku “polîs li wan digeriya” hat kirin.  

Di operasyonê de 10 mezinên Îxwanê hatin kuştin, di nav kuştiyan de parlamenterê berê yê Misrê Nasir el Xafî jî heye.

Rayedarên Polîs ên Misrê piştî operasyonê gotin, di dema operasyonê de wan endamên Îxwanê gulle avêtina hêzên ewlehiyê lewma wan jî bersiva dane û bi vî rengî endamên Îxwanê hatine kuştin.  

Lê çavkaniyên Îxwanê vê yekê qebûl nakin û dibêjin,ew kesên ku di operasyona polîs de hatine kuştin, bêçek bûn.

Hinek çavkaniyên din ên Îxwanê jî dibêjin, kesên ku hatin kuştin temenê wan ji ser 60î re bûye. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst