Li Lîbyayê 7 Kurd hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterekî Kurd ji Rûdawê re ragihand ku 7 Kurdên ji Herêma Kurdistanê piştî hewldaneke biserneketî ya gihiştina Ewropayê ev du meh in li Lîbyayê hatine girtin.

Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Parlamentoya Îraqê Mûsena Emîn li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.

Mûsena Emîn da zanîn ku 7 welatiyên Kurd ên ji Herêma Kurdistanê dema ku xwestiye ji Lîbyayê derbasî Ewropayê bibin bi ser neketine û ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Lîbyayê ve hatin girtin.

"Ji bo vegerandina wan dê gavên pêwîst biavêjin"

Mûsena Emîn gotinên Balyozê Îraqê yê Lîbyayê Ehmed Sehaf wiha veguhast:

"Ez ê îro serdana wan ciwanan bikim. Em dê her tiştê ku pêwîstiya wan pê heye ji wan re dabîn bikin.

Ji bo çareserkirina rewşa wan û vegerandina wan a ji bo welêt di rojên pêş de gavên pêwîst biavêjin.”

Şeş ji girtiyan ji navçeya Raperînê Silêmaniyê ne û yê din ji parêzgeha Hewlêrê ye.

Karwan Mecîd birayê yek ji girtiyan Daban Mecîd ji Rûdawê re got ku komê roja 23yê Nîsanê ji Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê ber bi Misrê ve û paşê çûne Lîbyayê "ji bo ku ji wir koçî Ewropayê bikin."

Wî her wiha got ku "roja din ew winda bûn" û piştre Daban pêwendî bi malbatê re kir û got ku ew li Lîbyayê hatine girtin.

Lîbya û Deryaya Spî

Lîbya ji ber cihê xwe yê stratejîk û nêzîkbûna xwe ya bi Îtalyayê re, ji bo koçberan wekî welatekî sereke yê derbasbûnê ye.

Rêxistina Navneteweyî ya Koçê (IOM) ragihand ku di sala 2024an de nêzîkî 719,000 koçber li Lîbyayê hatine tomarkirin.

Derbasbûna Deryaya Spî yek ji rêyên herî kujer ên koçberiyê ye.

Li gorî IOMê, ji sala 2014an ve zêdetirî 31 hezar û 700 kesî li deryayê jiyana xwe ji dest daye yan jî winda bûne.

Her sal bi hezaran Kurd hewl didin ku vê rêwîtiya metirsîdar a ber bi Ewropayê ve bikin û gelek ji wan di Lîbyayê re derbas dibin.