Hewlêr (Rûdaw) – Encûmena Pîran a Amerîkayê (Senato) bi piraniya dengan bûdceya leşkerî ya welatî bo sala 2019an pesend kir, ku 716 milyar dolar e. Senatoyê herwiha radestkirina firokeyên F-35 bi Tiriyê da sekinandin, ku piştî cezakirina du wezîrên Tirkiyê, niha mijara F-35an jî diçe ser maseya Trump.
Ligel cezakirina du wezîrên Tirkiyê, Senatoya Amerîkayê jî projebiryara rawestandina demkî ya radestkirina firokeyên şer ên corê F-35 bo Tirkiyê pesend kir.
Projebiryar xalên ciyawaz li xwe digre, ji wan jî rêgirtin ji hikûmeta Tirkiyê daku nekare firokeyên şer ên pêşkevtî yên ji core F-35 bide Tirkiyê, ku biryar bû di navbera çend salan de Amerîka 30 firokeyên bi vî corî bifiroşe Enqerê.
Ji 100 senatoran, 87 kesan dengê erênî dan wê projebiryarê û bi hêsanî hate pesendkirin. Piştî pesendkirina Senatoyê, ew projebiryar dê bo Koşka Spî bihê şandin, daku Doland Trump îmzayê li ser bike.
Projebiryar berî niha li Encûmena Nûneran anku Kongrêsê hatibû pejirandin û niha ji bo were îmze kirin diçe ser maseya Serokê Amerîkayê Donald Trump. Eger Trump îmze bike, Tirkiye ji kirîna firokeyên şer F-35 tê bêbeşkirin ku daxwaza 100 firokeyan kiribû.
Meha bihorî di civîna hevbeş a hikûmet û Kongresa Amerîkayê de ku taybet bû bi pesendkirina bûdceya 716 milyar dolarî ya Wezareta Berevaniyê, proje-biryara qedexekirin û sînordarkirina firotina firokeyên şer ên corê F-35 bo Tirkiyê hatibû pesendkirin.
Senatorên Komîteya Peywendiyên Derve ya Amerîkayê projebiryarek pêşkêşî Kongresê kiribûn û xwestibûn, ku proseya firotina firokeyên F-35 bo Tirkiyê were ragirtin û hilweşandin, ji ber Tirkiye bi kirîna çekên Rûsî li dijî biryarên Amerîkayê rawestiya ye.
Roja 21ê Hezîrana îsal di merasîmekê de li Amerîka, yekem karwana firokeyên şer ên corê F-35 radestî Tirkiyê hatibû kirin, lê belê hêj firoke bo Tirkiyê nehatibûn veguhastin, lê li gorî rêkevtina navbera her du welatan, divê heta dawiya îsal pênc firokeyên F-35 bigihin destê Artêşa Tirkiyê. Herwiha Tirkiyê çend pîlotên xwe jî bo rahênan û perwerdeya li ser wan firokeyan şandine Amerîkayê.
Amerîka û Tirkiye herdu endamên NATO ne û hevpeymanên hev in, lê di wan çend salên dawiyê de nakokiyên navbera Waşington û Enqerê zêde bûne. Tevî ku ligel destbikarbûna Trump, beşek ji wan nakokiyan hatine çareserkirin, lê belê hêj li ser çend mijaran nakokiyên wan berdewam in, ku yek ji wan mijaran dosyeya girtina qeşeyekî amerîkî ji aliyê Tirkiyê ve ye.
Her ji ber nakokiyên li ser wî qeşeyî, Amerîkayê ceza li ser du wezîrên hikûmeta Tirkiyê sepandiye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse