Serkirdeyekî berê yê PKKyê: Pêvajoya aştiyê dermanê derdê Kurdan e

Dusselddorf (Rûdaw) - Endamê berê yê birêvebiriya PKKyê Ayhan Çîftçî got, “Pêvajoya niha ji bo derdê Kurdan dermanek e.”

Yek ji mijarên ku di nava diyasporaya Kurdan de gelekî li ser tê axaftin û di bernameya Diyasporayê de kêmtir girîngî dayê, pêvajoya aştiyê ye ku niha li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dest pê kiriye.

Vê carê em çûn bajarê Kolnê. Li wir me Ayhan Çîftçî dît ku bi salan endamê serkirdetiya PKKyê bû û Abdullah Ocalan ji nêzîk ve nas kiriye.

Ew niha xwediyê saziyeke mezin a şêwirmendiya darayî li Kolnê ye lê ji siyasetê dûr neketiye û wekî ku ew bi xwe dibêje, ne girîng e tu li ku bî, doza Kurd wisa dike ku tu her tim pê ve mijûl bî.

Ayhan Çîftçî di vê hevpeyvîna taybet de bi hûrgilî û ji perspektîfeke bi ezmûn, ronahiyê dixe ser pêvajoya aştiyê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê.

Ew pêvajoyê wekî "dermanekî" pêwîst dinirxîne lê di heman demê de hişyariyê li ser wan bandorên duyemîn dide yên ku dibe ku bi xwe re bîne.

"Ez pêvajoyê wekî dermanekî dibînim”

Dema ku pirs li ser nêrîna wî ya derbarê pêvajoya aştiyê tê kirin, Çîftçî xwe dispêre metaforeke kûr û sade da ku aloziyya rewşê zelal bike û dibêje:

"Ez pêvajoyê wek dermanekî dibînim. Bîne ber çavên xwe, mirovekî nexweşiyeke pir giran heye, bijîşk ji bo çareseriyê dermanekî pir bihêz dide wî.

Rast e ew derman nexweşiya sereke çareser dike lê di heman demê de dibe ku zerêrê bide mîde, dil an jî gurçikên kesê nexweş."

"Ev pêvajo çareseriyeke bingehîn û pêwîst e”

Bi baweriya Çîftçî, pêvajoya aştiyê jî bi heman şêweyî ye û ew dibêje:

"Ev pêvajo çareseriyeke bingehîn û pêwîst e ji bo 'nexweşiya' bi dehan salan a pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê.

Lê belê, divê em ji bîr nekin ku dibe ku hin ziyanên duyemîn û encamên nexwestî hebin.

Ji ber vê yekê nêrîna min erênî ye, lê erêniyeke haydar e.

Divê em bi sadebûn û zûbaweriyeke zêde lê nenêrin, belkî divê siyaseteke rastîn (Realpolitik) be û hemû aliyên wê li ber çavan bên girtin."

“Ocalan serokekî realîst e”

Yek ji xalên ku herî zêde nîqaş li ser heye, rol û niyeta Abdullah Ocalan di vê pêvajoyê de ye, xasma ku ew di rewşeke dijwar a wekî zindana yekkesî ya Îmraliyê de ye.

Gelek kes guman dikin ka gelo ev destpêşxerî ya Ocalan bi xwe ye yan ew hatiye neçarkirin.

Çîftçî ku ji ber nêzîkbûna xwe bi Ocalan re, di kesayetiya wî de xwedî şarezayiyeke kûr e, dibêje:

"Ocalan kesayetiyeke pir realîst e. Yek ji xalên wî yên herî xurt ew e ku şiyaneke wî ya ecêb di nirxandina hêza xwe û hêza aliyê din de heye.

Ew pir baş dizane ku li ser kîjan zemînê radiweste û çawa gavan bavêje."

Çîftçî ji bo piştrastkirina gotinên xwe, îşaretê bi qonaxên cuda yên jiyana Ocalan dike û dibêje:

"Dema ku li Sûriyeyê bû, siyaset û tevgera xwe di çarçoveya ketwara wir de dikir.

Dema çû Roma û Ewropayê, pir bi lez xwe li gorî rewşa nû adapte kir.

Heta li Moskowayê jî wisa bû. Şiyaneke wî ya bilind di xweguncandina (entegrasyon) bi şert û mercan re heye.

 Ji ber vê yekê, bi baweriya min, divê şiyana Ocalan a ji bo xwendina rastiyê û arastekirina bûyeran di zindanê de jî kêm neyê dîtin."

Guman û bêbawerî; mîrateke tal a dîrokî

Çîftçî derbarê wê pêla mezin a guman û bêbaweriyê ku di nava beşek ji civaka Kurd de li hember dewleta Tirk û pêvajoyê heye, di wê baweriyê de ye ku ev tiştekî xwezayî ye û koka wê di dîrokeke tijî ezmûnên tal de ye.

Li ser vê yekê jî got, “Gotineke klasîk a Kurdî heye ku dibêje 'Dijminê bav û kalan, nabe dostê neviyan'.

Ev bêbawerî ji valahiyê çênebûye, belkî berhema bi dehan salan îxanet û têkçûna pêvajoyên berê ye.

Loma asayî ye ku xelk bi guman lê binêre. Lê li gel vê tirs û gumanê, hêviyek jî heye ku vê carê cuda be û ev derfetek e ku divê ji dest neyê dayîn."

Ji çiya heta jiyana sivîl "Doz" bi şêwazekî nû berdewam e

Yek ji mijarên din ên girîng, çarenivîsa wan bi hezaran gerîlayan e ku salên dirêj li çiyayên Kurdistanê derbas kirine û niha li ber vegera jiyana sivîl in.

Gelo entegrebûna wan bi civakê re dê hêsan be?

Dozeke tî hebe, ne girîng e tu li çiyan bî yan li bajêr

Çîftçî ku bi xwe ew ezmûn jiyaye, bawer nake ku ev pirsgirêkeke mezin be, dibêje:

"Ji bo wan kadroyan, têkoşîn ne tenê karekî siyasî bû, belkî 'doza Kurd' bibû şêwazekî jiyanê.

Mirov dema ku dozeke wî hebe, ne girîng e li çiya be yan li bajêr, li zindanê be yan li derve.

Ew dikare bi şêwazên cuda xebata xwe bidomîne.

Dibe ku şêwazê têkoşînê ji çekdariyê veguhere siyasî, sivîl û civakî, lê naverok û armanca ku 'doz' e, wekî xwe dimîne."

Ayhan Çîftçî di dawiyê de tekez kir ku tevî hemû metirsî û zehmetiyan, ew bi geşbîniyeke rastîn li paşerojê dinêre û di wê baweriyê de ye ku ev pêvajo derfeteke dîrokî ye ku ne tenê ji bo Bakurê Kurdistanê her wiha dikare "bêhnekê" bide parçeyên din ên Kurdistanê jî û deriyekî nû li herêmê veke.