Le Monde: Tiştekî metirsîdar e eger gefên serokekî pûç derkevin

02-09-2013
HÛSÊN OMER
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Rojnameya Fransî, Le Monde, gotarek derberê Sûriyeyê de bi sernivîsa, tiştekî metirsîdar e eger gefên serokekî pûç derkevin, belav kir.

 

Di gotarê de, rojnamevan  Anne Solesne Tavernier

li ser vedengên biryara Obama bi destêwerdasna leşkerî li dijî Sûriyê di çapemeniya Amerîka de radiweste.

 

Di gotarê de hatiye: Ji çend rojan ve texmînên destêwerdaneke welatên Rojava li Sûriyeyê li gor tê xwestin derdiçin û Amerîka ku dixwaze hevpeymaniyekê sazbike dê amede be ku derbên asmanî arasteyî rejîma Esed bike.

 

Çapemeniya Amerîka vê pirsê dike: Gelo armancên şerekî bi vî şêweyî dê çi bin û meremên wî dê li ser zemînê û ji bo Washingtonê dê çi bin?

 

Di  Foreign Policy de,  Aaron David Miller,ku pisporê karûbarên Rojhelata Navîn e, dibêje: Lêdana Şamê û piştgiriya her hikûmetekê li şûna Esed ne bi nirxeke amerîka ve û ne jî bi berjwendiyekê wê ya bilind ve girêdayî ye.

 

Di The News Tribune de, parlemanterê demokrat, Adam Smith dibêje: Bikaranîna hêza leşkerî bi behaneya ku " divê tiştek were kirin" xizmeta parastina berjewendiyên me li Sûriyê nake.

 

Govara Time dibêje ku du sedem hene dihêlin Barack Obama tev bigere; beriya bêhtirî salekê, serokê Amerîka gotibû bikaranîna çekên kîmyayî xêza sor e divê neyê derbazkirin, wate baweriya bi Obama li pêş ezmûnê ye.

 

Rojnamevan Michael Crowley diyar dike ku tiştekî metirsîdar e eger gefên serokekî pûç derkevin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst