Axê gundek qurpand: Hezar kes mirin, tenê kesek filitî
Hewlêr (Rûdaw) - Tevgereke çekdarî ya ku herêmeke Darfûra Rojavayê Sûdanê kontrol dike ragihand ku ji ber herifîna axê zêdeyî hezar kesan mirine û gundek bi temamî wêran bûye.
Tevgera Artêşa Rizgariya Sûdanê derbarê bûyerê daxuyaniyek belav kir û got:
"Herifîneke mezin û wêranker a axê bûye sedema wêrankirina bi temamî ya gundê Tarsînê yê li rojhilatê Çiyayê Merrê li nêzîkî herêma Soniyê.
Hemû niştecihên wê ku tê texmînkirin zêdeyî hezar kesan in, canê xwe ji dest daye û tenê yek kes ji wan xilas bûye."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku karesat roja yekşemê "ji ber barana zêde ya hefteya dawî ya meha tebaxê çêbûye.
Tevgera navborî her wiha da zanîn ew gund bi temamî bi erdê re bûye yek û ji Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên herêmî û navneteweyî xwest ku alîkariya wan bikin da li cenazeyên qurbaniyên ji bi axê derxin.