Erdhejê derba xwe li Efxanistanê da, hejmara miriyan bû 1124
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Kunarê ya li rojhilatê Efxanistanê, di erdheja 6 pileyî ya ku şeva yekşemê qewimî de hejmara miriyan derket 1124an.
Heyva Sor a Efxanistanê li ser hesabê xwe yê Xê hûrgiliyên derbarê erdhejê parve kirin.
Heyva Sor a Efxanistanê diyar kir ku hejmara kesên di erdhejê de mirine e derketiye 1124an û ragihand ku hejmara birîndaran jî gihiştiye 3 hezar û 251an.
Heyva Sor da zanîn ku li 3 parêzgehên rojhilatê welêt zêdetirî 8 hezar xaniyan rûxiyane, gelek kes di bin kavilan de mane û xebatên rizgarkirinê didomin.
Rayedaran destnîşan kir ku veguhastina birîndaran a ji herêmê berdewam dike û ji ber vê yekê dibe ku hejmara mirî û birîndaran biguhere.
Rayedaran ragihand ku ji ber herifîna axê ya di encama erdhejê de li hinek herêman rê hatine girtin lê ji bo ku bigihîjin herêmên ku gihîştina wan zehmet e dê rêyên girtî ji nû ve bên vekirin.
Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin
Rayedaran eşkere kir ku tîmên lêgerîn û rizgarkirinê yên ku piştî erdhejê sewqî herêmê hatine kirin, li wan herêmên Kunarê yên ku erdhej li wan qewimiye û bi sedan kes di bin kavilan de asê mane, xebatên xwe didomînin.
Rayedaran anî ziman ku tîm ji ber eraziya çiyayî û şert û mercên nebaş ên hewayê di gihîştina hinek gundan de zehmetiyan dikişînin.
Li ser banga alîkariya navneteweyî ya birêvebiriya Efxanistanê, hinek welatên wekî Hindistan, Swîsre, Çîn û Brîtanyayê ragihand ku ew dê alîkariyê bişînin herêmê.
Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) jî li ser hesabê xwe yê platforma medyaya civakî ya Xê daxuyaniyek da û anî ziman ku ji bo malbatên ku di erdhejê de xaniyên xwe ji dest dane, 2 hezar kîtên alîkariyê yên ku tê de malzemeyên paqijiyê, kincên germ, betanî û kelûpelên metbexê hene, ji herêma erdhejê re hatine şandin.
Erdheja li Efxanistanê
Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) ragihandibû ku roja yekşemê li 27 kîlometreyan bakurêrojhilatê Celalabadê, li nêzîkî sînorê Pakistanê di kûrahiya 8 kîlometreyan de erdhejeke bi hêza 6 pileyan qewimiye.
Rayedarên herêmî diyar kiribû ku ev yek ji erdhejên herî tund e ku li welêt qewimîne.
Ofîsa Koordînasyona Karûbarên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) ragihandibû ku di destpêkê de 12 hezar kes rasterast ji erdheja wêranker a li Efxanistanê bandor bûne.