Pakistan: Em referandûma Kurdistanê qebûl nakin
Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Pakistanê helwesta xwe ya li hember referandûma Başûrê Kurdistanê ragihand û eşkere kir, ku ew piştgiriyê didin yekparçebûna axa Iraqê.
Wezareta Derve ya Pakistanê îro Duşemê 02-10-2017, bi daxuyaniyekê ragihand, ku giştpirsiya Başûrê Kurdistanê berovajiyê destûra Iraqê ye û eşkere kir, ku rêveberiya Îslamabadê piştgîrî deide yekparçebûna xaka Iraqê û serweriya vî welatî.
Wezareta Derve ya Pakistanê dibêje: “Em ji giştpirsiya Herêma Kurdistanê nîgeran in. Giştpirsî ne destûrî ye û li ser ewlekariya Iraqê jî gef e. Îslamabad weke welatên cîranê Iraqê û civaka navdewletî, red dike.”
Di daxuyaniyê de Wezareta Derve ya Pakistanê piştgiriya xwe ya ji bo hikûmeta Iraqê dubare kir.