Lêkolerên Kurd ji bo 'penceşêra daran' çareyek dît
Hewlêr (Rûdaw) - 5 lêkolerên Kurd ên ji Zanîngeha Selahedînê ya Hewlêrê, piştî xebatên bi salan ji bo nexweşiya ku wekî "penceşêra daran" (canker) tê naskirin, çareseriyeke bibandor û biyolojîk bi pêş xist.
Tîma Kurd bi vê vedîtina xwe li Kanadayê madalyaya zîv qezenc kir.
Penceşêra daran nexweşiyeke wêranker e ku ji ber kivarka bi navê Cytospora leucostoma çêdibe û bi taybetî bandorê li darên "fêkiyê bidendik" ên wekî qeysî, xox, alûce û gilyazan dike.
Nexweşî bi çêbûna birînên li ser qurmên daran dest pê dike û bi demê re dibe sedema hişkbûna darê û ji bo xwediyên baxçeyan jî dibe kabûsek.
Yek ji endamên tîmê Dr. Hêmîn Kakexan ji Rûdawê re axivî û got, “Ev pirsgirêkeke cîhanî ye û çareseriya wê gelekî zehmet e.
Li gorî lêkolînên me, li deşta Hewlêrê û herêma Giwêrê zerera aborî ya vê nexweşiyê nêzîkî ji sedî 70î ye.”
Alternatîveke jîngehparêz li hemberî têkoşîna kîmyewî
Tîma ku li şûna dermanên kîmyewî yên zererdar ên ji bo jîngehê, berê xwe da rêbaza "kontrolkirina biyolojîk", di vî warî de serkeftineke mezin bi dest xist.
Lêkoler û endama tîmê Dr. Tavge Silêmanê jî wiha got:
“Me di xebata xwe de ji têkelbûneke taybet a ku ji du cureyên bakteriyan û kivarkeke bifeyde pêk tê sûd wergirt.
Me karî li laboratuwarê mezinbûna kivarka ku dibe sedema nexweşiyê ji sedî 100 asteng bikin.”
Lêkoleran têkela ku bi pêş xistiye li ser daran jî ceriband.
Dr. Tavge Silêmanê got, “Vê têkelê ne tenê nexweşî rawestand, di heman demê de birînên kûr ên li ser qurmên daran jî baş kirin.
Yanî ev ne tenê rawestandin e, her wiha dermankirin û başkirineke bingehîn e.”
Dr. Silêman her wiha got, “Ev çareserî bi temamî jîngehparêz e û ti bermahiyên wê yên zererdar nînin.”
Serkeftineke cîhanî, li benda piştevaniya herêmî
Girîngiya vê nûjeniyê bala derdorên zanistî yên cîhanê kişand û tîm bi beşdarbûna "Pêşbirka Dahênanê ya Navneteweyî ya Kanadayê" (iCAN 2025) madalyaya zîv qezenc kir.
Tîmê berê salên 2020 û 2021an bi dahênanên xwe yên cuda du madalyayên zêr ên din jî wergirtibûn.
Dr. Tavge Silêmanê bangî Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi taybetî jî li Wezareta Çandiniyê kir ku ji bo bazirganiya vê çareseriyê û gihandina wê bo cotkaran piştgiriyê bidin wan.
Lê belê, lêkoler diyar dikin ku heta niha ti saziyan pêwendî bi wan re nedaniye.
Tîm dixwaze ku "çareserî li ser navê Kurdistanê bikeve piyaseyê."