Wezîrê Deve yê Amerîkayê: Hîn dema serxwebûna Kurdistanê nehatiye

02-11-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry li ser serxwebûna Başûrê Kurdistanê axivî û got, hê dema wê nehatiye.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry, ji televîzyona rûsî ya bi navê PBS re axivî û ragihand ku hîn dema serxwebûna Kurdistana Iraqê nehatiye.

John Kerry diyar kir ku ew bawer dikin ku Serokê Herêma Kurdistanê  Mesûd Barzanî jî vê yekê fêm dike û wiha got:

“Barzanî di avakirina hikûmeta nû ya Bexdayê de bû alîkar. Kurd di hikûmeta nû de beşdar bûn. Kurd girîngiya yekitiyê di şerê li djiî DAIŞê de dizanin.”

Li gorî Kerry, eger Başûrê Kurdistanê serxwebûna xwe ragihîne wê demê pêkhateya Parlamentoya Iraqê jî dê hilweşe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst