Wezîrê nû yê Berevaniyê yê Brîtanya hat diyarkirin

02-11-2017
RÛDAW
Nîşan Brîtanya Wezîrê Berevaniya Brîtanya Gavin Alexander Williamson Michael Fallon Theresa May
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Gavin Alexander Williamson weke Wezîrê Berevaniyê yê Brîtanyayê yê nû hat destnîşankirin.

 

Piştî dest ji kar berdana Wezîrê Berevaniya Brîtanya Michael Fallon, serokwezîra wî welatî Theresa May bo tijîkirina cihê wî, Gavin Williamson weke wezîrê nû yê berevaniyê diyar kir.

 

Gavin Williamson cihê baweriya Theresa May e û alîkariya May kiriye ku bibe Serokwezîra Brîtanyayê.

 

Williamson dema çend salan dibe, ku wekê Wezîrê Karûbarê Parlamentoyê di  hikûmeta Brîtanyayê de kar dike.

 

Duh Çarşemî 1ê Mijdara 2017ê Michael Fallon Wezîrê Berevaniya Brîtanya yê berê ji ber tohmetên tehrîkên seksî dest ji kar berda.

 

Fallon ragihandibû, ku reftarên wî yên di demên bihorî de li gel pîvanên pêşbînîkirî yên artêşa Brîtanyayê de naguncin..

 

Parlamentoya Brîtanyayê di wan demên dawiyê de, behsa çend haletên tehrîkên seksî yên Michael Fallon kiribû û Fallon îtîraf bi yek ji wan haletan kiribû û li ser wê yekê daxwaza lêborînê jî kiribû.

 

Gavin Williamson

 

Di 12ê Hezîrana 1976ê de ji dayik bûye.

 

Sala 2010ê bûye endamê Parlamentoya Brîtanyayê.

 

Sekreterê Taybet ê Serokwezîr bo Karûbarên Parlamentoyê bû.

 

Ser bi Partiya Parêzgaran a Brîtanya ye.

 

Roja 2ê Mijdara 2017ê weke Wezîrê Berevaniya Brîtanya hat diyarkirin.

 

Medalyaya Fermandariyê ya Împeratoriya Brîtanyayê wergirtiye.

 

Zewicî ye û 2 zarokên wî hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst