Amerîkayê 20 sal ceza li jineke DAIŞî birrî

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Dadê ya Amerîkayê ragihand ku dadgeheke Amerîkî roja Sêşemê 20 sal cezayê zindanê li jineke Amerîkî birî, jiber ku ew tabûrek çekdarên DAIŞê ava kiriye û serkirdayetî kiriye ji bo şerê li ser navê rêxistina terorîstî li Sûriyê.

Jina bi navê Allison Fluke-Ekren a 42 salî, di meha Hezîranê de li sûcê xwe mikur hat ku ji bo piştgiriya madî an çavkaniyan daye rêxistineke biyanî ya terorê.

Allison Fluke-Ekren ku jineke ji eyaleta Kansasê ya Amerîkayê ye, di nav DAIŞê de serkirdayetiya jinan dikir, roja Sêşemê di 1ê Cotmeha 2022an de li dadgeha Federal a li Alexsandria ya Virginyayê 20 sal cezayê zindanê lê hat birîn.

Li gorî wezaretê, Fluke-Ekren bi taybetî bi avakirina Ketîbeya Nesîbe ku tê de wê bêtirî 100 jin û keç perwerde kirin, hin ji wan temenê wan di bin 10 salî de bûne, da ku li ser navê DAIŞ şer bikin ji bo parastina Reqayê.

Fluke-Ekren, li eyaleta Kansasê mamosteyek perwerdehiyê bûye û bûye misilman, yekem jina Amerîkî ye ku bi serketî tê dadgehkirin ji ber ku rola serokatiyê di koma terorîst a navneteweyî de girtiye.

Belgeyên dadgehê dibêjin Fluke-Ekren ligel mêrê xwe yê duyem Volkan Ekren, ku niha mirî ye endamê grûpa terorîstî ya Ensar el-Şerîa, di sala 2008 de çûye Misrê berî ku di sala 2011 de derbasî Lîbyayê bibe. Di sala 2012 de, ew ji Lîbyayê çû Tirkiyê û piştre ber bi Sûriyê ve, ku di nava şerekî dijwar de bû.

Şahidekî dadgehê got ku hevjînê wê di sala 2014an de bû serkirdeyê DAIŞê ji bo sekvanan li Sûriyê, û wê demê, wê behsa daxwaza xwe ya pêkanîna êrîşekê li ser Amerîka kir. Di sala 2016an de, ew ji bo damezrandin û rêvebirina "navenda jinan" li Reqqayê hat wezîfedarkirin, ku tê de jin û keçan di bikaranîna çekên AK-47, bombe û kemberên xwekujî de perwerde dike.

Ketîbe Nesîbe di Sibata 2017an de bi awayekî fermî dest bi operasyonê kiribû, ji ber ku destkeftiyên DAIŞê li Sûriyê dest bi rûxandinê kiribûn. Reqa di Cotmeha wê salê de ji aliyê hêzên Kurdî ve ji DAIŞê hat rizgarkirin.