Ehmed Şer diçe Koşka Spî û bi Trump re dicive
Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack ji malpera Axiosê piştrast kir ku tê payîn Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re bicive.
Civîn dê 10ê Çiriya Paşîn li Koşka Spî pêk were.
Ev dê bibe caram yekem ku serokekî Sûriyeyê diçe Koşka Spî.
Barrack da zanîn ku tê payîn Ehmed Şer peymaneke li ser tevlîbûna hevpeymaniya li dijî DAIŞê ya bi pêşengiya Amerîkayê îmze bike.
Wî her wiha anî zimên ku tê payîn piştî çûna Şer a Washingtonê, gera pêncem a dan û standinên rasterast ên di navbera Îsraîl û Sûriyeyê de bi navbeynkariya Amerîkayê dest pê bike.