Komxebata perwerdeyê: 'Divê zimanên pêkhateyên Sûriyeyê bên naskirin'
Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Loccumê yê Almanyayê îro duyem roja komxebata derbarê zimanên pêkhateyên Sûriyeyê û girîngiya naskirina wan di sîstema perwerdeyê de bi dawî bû.
Komxebat bi hevkariya Navenda Ewropî ya Lêkolînên Kurdî û Akademiya Evangelîk a Loccumê hatibû sazkirin û îro Navenda Zêlayê ya ji Qamişloyê jî beşdar bû.
Di komxebatê de nûnerên pêkhateyên cuda nêrînên xwe anîn ziman û tekezî li ser girîngiya naskirina zimanan di destûra nû ya Sûriyeyê de kirin.
"Ziman mijareke hebûnê ye"
Hevseroka Saziya Zimanê Kurdî Viyan Hesen giringiya ziman a di sîstema perwerdeyê de wiha anî zimên:
“Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî rewa yê bingehîn e ku divê bê pejirandin. Pêşî, mijara ziman mijareke hebûnê ye.
Gava ku em zimanê neteweyekê qebûl bikin, tê wateya ku em hebûna wê qebûl dikin.
Sûriye bi xwe welatekî pirreng, pirziman û pirçand e. Divê desthilata heyî ya Şamê vê rastiyê bibîne.”
"Em ne kemîne, em damezrînerên welat in"
Beşdaran her wiha tekez kir ku pêkhateyên Sûriyeyê ne “kemîne” ne, belkî damezirînerên dewleta Sûriyeyê ne.
Birêvebira Saziya Olaf Tawê ya Zimanê Siryanî Şimûnê Heşdo li ser vê mijarê wiha axivî:
"Ez dê behsa peyva kemîne bikim. Hemû pêkhateyên Sûriyeyê; Siryan, Kildan-Aşûr, Ermen, Kurd, Çerkez, Elewî, Durzî, Êzidî, Êzidî li ser serê min in ev hemû ne kemîne ne, ev damezirînerên vî welatî ne.
Ev niştecihên resen ên welat in. Çima navê kemîne li me dikin, nizanim.”
"Mafê ziman, mijara sereke ya nenavendîbûnê ye"
Birêvebira Navenda Ewropî ya Lêkolînên Kurdî Eva Savelsbergê jî bal kişand ser girêdana mafê ziman û sîstema nenavendî û got:
"Wekî hûn dizanin, em ji sala 2016an ve li ser pirsên nenavendîtiyê komxebatan organîze dikin.
Dema ku hûn behsa nenavendîtî û her wiha federalîzmê dikin, zû yan dereng, hûn berî her tiştî mafên kêmaniyan gengeşe dikin.
Û eger hûn behsa mafên kêmaniyan bikin, di demeke gelek kurt de pirsa mafên ziman derdikeve pêşiya we."
Komxebata ku bi sernavê “Ziman û Nasname” hatibû sazkirin, du rojan li Loccumê domand.