Nirxandina CIAyê li ser kuştina Cemal Xaşiqcî

02-12-2018
RÛDAW
Nîşan Nirxandin CIA Kuştin Cemal Xaşiqcî
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Li gor Dezgeha Wergertina Agahiyan a Navendî ya Amerîkayê (CIA) Şahzadeyê Cînişîn ê Erebistana Siûdî Muhemed bin Selman dema Cemal Xaşiqçî dihat kuştin, ji wî şêwirmendî re ku şerperiştiya tîma rojnamevan Xaşiqçî kuşt, herî kêm 11 peyam şandine û dibe ku di nav wan peyaman da "fermana kuştinê" dabe.

 

Di nûçeyeke Wall Street Journal de ku nirxandineke nepenî ya CIAyê eşkere dike, tê gotin ku Şahzadeyê Cînişîn ê Erebistana Siûdî Muhemed bin Selman di meha Cotmehê da çend saet berî û piştî kuştina Xaşiqçî ji şêwirmendekî gelek nêzî xwe re ku serperiştyariya tîma kujer dikir, herî kêm 11 peyam şandin. Di nav wan peyaman da îhtimal heye ku "fermana kuştinê" jî hatibe dayîn.

 

Di nirxandina CIAyê da hat bibîrxistin ku Şahzade Muhemed bin Selman di Tebaxa 2017an da ji kesên nêzî xwe re bi armanca Xaşiqçi bê razîkirin û vegerînin Erebistana Siûdî, raman û nêrînên xwe parve kirine û tê gotin ku ew dibêje: "Eger we razî nekir em wî li derveyî Erebistana Siûdî bixapînin û hin tiştan dikarin bikin." Hat ragihandin ku ji vê gotinê jî tê fêmkirin ku haya Şahzadeyê Cînişîn ji berê ve ji plana bo Xaşiqçî heye.

 

Li gor belgeya CIAyê, Şahzade Muhemed ew peyamên elektronîk ji Siûd El Qehtanî re şandine. Di belgeyê da tê gotin ku Qehtanî, tîma ku ji 15 kesan pêk dihat kontrol dikir û di heman demê de jî bi serokê tîma li Stenbolê jî rasterast têkildar bû. Hat ragihandin ku naveroka peyamên di navbera Selman û Qehtanî de nayê zanîn û di belgeyê de peyam bi çi awayî hatine şandin jî nehat gotin.

 

Di nirxandina gelek nepenî ya CIAyê de hat şîrovekirin ku bêyî destûra Muhemed bin Selman îhtimala kirina operasyonê tine ye.

 

Kuştina Cemal Xaşiqçî

 

Rojnamevanê Erebistana Siûdî Cemal Xaşiqcî piştî ku di 2yê Cotmehê de ketibû Konsulxaneya Erebistana Siûdî ya li Stenbolê, ti agahî jê nehatibû wergirtin. Rêveberiya Erebistana Siûdî jî piştî 18 rojan neçar ma û qebûl kir ku Xaşiqçî li konsulxaneya wan hatiye kuştin.

 

Di daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê dabû da hatibû gotin ku "Kuştî Cemal Xaşiqçî di 2yê Cotmeha 2018an da ji bo karûbarên zewacê ketiye Konsulxaneya Erebistana Siûdî ya li Stenbolê û li gor planên ku berê hatine çêkirin, ew di nava avahiya konsulxaneyê de xeniqandine. Termê wî jî li gor çarçoveya planê, hatiye perçekirin û ji holê hatiye rakirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst