Swêdê penaberekî Kurd radestî Tirkiyê kir
Hewlêr (Rûdaw) - Swêdê penaberê Kurd ê bi navê Mahmut Tat radestî Tirkiyê kir.
Li gor nûçeya Duvarê ji penaberê kurd Mahmut Tat ê ku li Swêdê ji ber biryara dersînorkirina bo Tirkiyê hatibû desteserkirin, di nava rojê de peywendî ligel wî qut bûn. Mahmut Tat bi rêya telefonê gihîşt kurê xwe û got ku ew radestî Tirkiyê hatiye kirin.
Mahmut Tat ê ku di meha Mijdarê de ji aliyê polîsên Swêdê ve hat desteserkirin û navenda çavdêriyê ya li Molndalê, duh bêyî agahî bidin mirovên wî ew birin navenda çavdêriyê Marsta ya nêzî Balafirxaneya Arlandayê.
Tatê ku di nava rojê de bi xizmên xwe re têkilî danî diyar kir ku di dema veguhestinê de destê wî kelepçekirî bûye û ji destên xwe birîndar bûye.
Mirovê Mahmut Tat îro di nava rojê de hewl dan bi wî re têkiliyê deynin, lê nekarîn xwe bigihînin wî. Parêzer Abdullah Devecî jî nekarî xwe bigihîne wî. Devecî, anî ziman ku wî jî li girtîgeha ku Tat lê tê ragirtin geriyaye lê tu agahî derbarî wî de nedan.
Mahmut Tat di saetên êvarê de xwe gihandiye kurê xwe Ozan Can Tat ê li Swêdê dijî û diyar kir ku ew radestî Tirkiyê kirine û li Rêveberiya Polîsan a Balafirgeha Stenbolê tê ragirtin.
Kurê Tat diyar kir ku bavê wî got ku ew baş e û ew dikarin gelek kurt biaxivin.