Rûdawê otonomiya Kurdan ji Neteweyên Yekbûyî pirsî
New York (Rûdaw) - Serokê Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî Samuel Žbogar ragihand ku mijara otonomiya Kurdan û kêmîneyên din ên Sûriyeyê mijareke navxweyî ye û divê Sûriyeyî bi xwe biryarê li ser bidin, ne ku ji derve were ferzkirin.
Nûnerê Slovenyayê û Serokê vê mehê yê Konseya Ewlehiyê Samuel Žbogar, di bersiva pirsa Rûdawê ya derbarê daxwaza otonomiyê ya Kurd, Durzî û Elewiyan got:
"Ev mijarek e ku divê Sûriye bi xwe biryarê li ser bide û divê xwediyê pêvajoyê Sûriye be."
Samuel Žbogar derbarê dilgiraniyên Kurdan ên li ser rejîma nû û dîroka bêparkirina wan a ji mafê welatîbûnê, amaje bi wê yekê kir ku ew di serdanên xwe de giştgirî û çareserkirina gazinan han didin (teşwîq dikin) û guh didin hemû aliyan lê xwe ji desttêwerdan (midaxele) û diyarkirina şêwaza hukimraniyê dûr digirin.
Žbogar her wiha destnîşan kir ku "divê çareserî li navxwe werin dîtin" çimkî serpêhatiyan nîşan daye ku ew çareseriyên ji derve hatine bi ser neketine.
Serokê Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî Samuel Žbogar (berê Wezîrê Karên Derve yê Slovenyayê bû) pirsên me bersivandin:
Rûdaw: Du pirsên min hene. Pêşî ez dê ya yekem bikim û paşê eger bibe ya duyem. Derbarê Sûriyeyê, daxwaza kêmîneyên Sûriyeyê ya ji bo xwebirêvebirinê (otonomî) zêde dibe. Elewî, Durzî û Kurd hemû daxwaz dikin çimkî ew ne piştrast in bê ma ev hikûmeta ku meyla wê li ser Îslamîbûnê ye dê çawa hikim li wan bike. Gelo civîneke Konseya Ewlehiyê ya li ser Sûriyeyê dê mijara otonomiyê ya ji bo kêmîneyên Sûriyeyê gotûbêj bike?
Samuel Žbogar: Nexêr, ez bawer im ev pirsek e ku divê Sûriye bi xwe biryarê li ser bide. Divê pêvajoya siyasî ya li navxweya Sûriyeyê bi serkêşiya Sûriyeyê û bi xwedîtiya Sûriyeyê be. Em wekî Slovenyayê ne li gel wê yekê ne ku kesek ji derve şîretan li Sûriyeyê bike bê ka çi bike.
Her wiha ez bawer im divê em teşwîq bikin û dema em diçin Sûriyeyê em teşwîq jî dikin ku pêvajo giştgir be û çareserî ji bo hemû wan nerazîbûn û gazinan were dîtin ku li welêt hene.
Lê bê guman nabe em ew kes bin ku şîretan bikin bê mê divê kîjan rêbaz were şopandin.
Rûdaw: Tenê pirseke din, pirseke pêwendîdar ji bo cenabê we wekî Nûnerê Slovenyayê. Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a Cîhanê (HRW) ew tawan belge kirine ku rejîma berê li hemberî Kurdan kirine, ji wan jî bêparkirina wan a ji welatîbûnê ku di berdêla wê de di wê wateyê de bû ku Kurdan nedikarî zewaca fermî bikin û nedikarî derbasî derveyî Sûriyeyê bibin. Gelo Slovenya fêm dike bê çima Kurd ew qasî israrê li ser daxwazkirina nenavendîbûn an otonomiyê ya ji bo xwe li bakurrojhilatê Sûriyeyê dikin?
Samuel Žbogar: Ez bawer im dema em diçin Sûriyeyê em bi hemûyan re dicivin. Lewma em guh didin nêrîna hemûyan jî lê ez xwe ji derbirîna nêrîn û ramanên li ser pirseke navxweyî ya welatekî din dûr digirim.
Wekî min got, em dikarin her tim teşwîq û piştevaniyê pêşkêş bikin lê divê çareserî ji navxwe be. Me gelek rewş dîtine ku çareserî ji derve hatine û bi ser neketine, lewma ez bawer im dema wê ye...
Ez bawer im em dê baştir bikin eger em xwe ji desttêwerdana kar û barên navxweyî yên welatên din dûr bigirin. Bê guman em dikarin amaje bi mijaran bikin, pirsgirêkan bînin ziman û pirsan bikin lê divê çareserî li navxwe werin dîtin.