UNAMI: Pêkanîna hikûmetan derfeteke nû ye ji bo Hewlêr û Bexdayê

Hewlêr (Rûdaw) - Mihemed Hesen diyar kir ku pêkanîna hikûmetên nû li Îraq û Herêma Kurdistanê derfetek e ji bo xurtkirina pêwendiyên navbera Bexda û Hewlêrê.

Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê Îraqê (UNAMI) Mihemed Hesen di civîna Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de axivî û bal kişand ser girîngiya hevbeşiya navbera Hewlêr û Bexdayê.

Hesen got, "Pêwendiya Hewlêr û Bexdayê hevbeşiyeke girîng e ku pêdiviya wê bi pêkvekarkirin û diyalogeke zêdetir vekirî heye ku pişta xwe bide Destûra Îraqê."

"Hîn hikûmet nehatiye pêkanîn"

Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê Îraqê di beşeke axaftina xwe de amaje bi derengketina pêkanîna hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û got:

"Pêkanîna hikûmeteke nû ya Herêma Kurdistanê, piştî zêdetirî salekê ji gotûbêjên dûdirêj hîn pêk nehatiye.

Pêkanîna Hikûmeta Federal li Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê derfetek e ji bo bihêzkirina pêwendiyên Bexda û Hewlêrê."

Mihemed Hesen her wiha destnîşan kir ku ev pêvajo derfetek e ji bo çareserkirina pirgirêkên diyar û pêwendîdar û di nav de pirsgirêka herêmên nakok jî heye.

Hesen amaje bi êrişa li ser Qada Gazê ya Kormorê jî kir û wiha domand:

"Ez derbarê êrişên li ser sazî û binesaziyên Îraqê de gelekî dilgiran im, di nav de êrişa dawî ya li ser tesîsên petrol û gazê yên li Herêma Kurdistana Îraqê.

Divê ev yek raweste. Divê kesên berpirs rûbirûyî edaletê bên kirin."