Ji bo medyaya Kurdî rojeke dîrokî: Rûdaw di civîna kabîneya Amerîkayê de ye
Hewlêr (Rûdaw) - Rûdawê di dîroka rojnamegeriya Kurdistanê de rûpeleke nû vekir.
Nûçegihanê Rûdawê Diyar Kurde wekî rojnamegerê yekem ê Kurd û yê Rojhilata Navîn beşdarî civîna hikûmeta Amerîkayê dibe û dê derfeta wî hebe ku rasterast pirsan ji Donald Trump bike.
Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê û Nûçegihanê Rûdawê Diyar Kurde ragihand ku îro destûr jê re hatiye dayîn ku beşdarî civîna Kabîneya Amerîkayê bibe ku Serokê Amerîkayê Donald Trump jî tê de amade ye.
#WÊNE - Ji bo medyaya Kurdî rojeke dîrokî: Rûdaw di civîna kabîneya Amerîkayê de ye
— RudawKurdi (@RudawKurdi) December 2, 2025
Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde di nava wan rojnamegeran de cih girt ku civîna kabîneya hikûmeta Amerîkayê dişopandin
📷 Diyar Kurde - Rûdaw pic.twitter.com/2OnVvvFQlw
"Cara yekem e kurojnamegerekî Kurd beşdar dibe"
Diyar Kurde li ser girîngiya vê bûyerê û beşdariya xwe got:
"Di dîrokê de ev cara yekem e ku rojnamegerekî Kurd, heta rojnamegerek ji Rojhilata Navîn beşdarî wê civînê dibe."
Dê çi ji Trump bipirse?
Derbarê naveroka pirsên xwe de jî Diyar Kurde eşkere kir ku ew dixwaze li ser êrişên dawî yên li ser Qada Gazê ya Kormorê û dabînkirina sîstema dijmoşekê ya ji aliyê Amerîkayê ve ji bo Herêma Kurdistanê, rasterast pirsan ji Donald Trump bike û bersivan wergire.
Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê her wiha got:
"Eger derfet hebe, ez dê li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û Îraqê jî pirsan ji Donald Trump bikim."
#VÎDEO - Diyar Kurde di civîna kabîneya hikûmeta Amerîkayê de ye
— RudawKurdi (@RudawKurdi) December 2, 2025
🟠 Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde bû yekem rojnamegerê Kurd û li ser asta Rojhilata Navîn jî bû yekem rojnameger ku tevlî civîna kabîneya hikûmeta Amerîkayê dibe pic.twitter.com/acC1sG9sOW