Trump ji Rûdawê re axivî: Baweriya min bi Serokê Sûriyeyê heye
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump bersiva pirsa Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde ya li ser Sûriyeyê da û got, "Sûriyeyê rêyeke dûr û dirêj biriye. Serokê Sûriyeyê karekî baş dike û baweriya min a zêde bi wî heye."
Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde li Koşka Spî rasterast pirs ji Trump kir û got:
"Biryarên we yên li ser Sûriyeyê gelek kes dilxweş kirin, lê niha pêkhateyên Kurd, Durzî û Mesîhî daxwazê ji Amerîkayê dikin ku alîkariya wan bike da ku bibin xwedî cureyekî otonomiyê û di heman demê de mafên wan di Sûriyeya nû de parastî bin. Gelo hûn amade ne alîkariya wan bikin?"
Trump di bersiva Nûçegihanê Rûdawê de got: "Rast e, Sûriyeyê rêyeke dûr û dirêj biriye. Wekî ku tu agahdar î, serokê nû yê Sûriyeyê beriya sê hefteyan li vir bû."
"Karê wî ne hêsan e"
Trump di wesfa Serokê Sûriyeyê Ehmed Şer de got, "Karê wî ne hêsan e. Bi sedsalan e pirsgirêk li wir hene. Lê bi ya min ew karekî baş dike û baweriya min a zêde bi wî heye."
Beriya vê pirsê, Trump piştî civîna kabîneya hikûmeta xwe her li Koşka Spî bersiva pirsa Rûdawê ya li ser êrişa li ser Kormorê û pirsa dayîna sîstema dijmoşekê bo Herêma Kurdistanê dabû.
Pirs û bersiva duyem a Diyar Kurde û Donald Trump:
Diyar Kurde: Cenabê Serok, biryarên we yên li ser Sûriyeyê gelek kes dilxweş kirin, lê niha pêkhate, Kurd, Durzî û Mesîhî daxwazê ji Amerîkayê dikin ku alîkariya wan bike da ku bibin xwedî cureyekî otonomiyê û di heman demê de mafên wan di Sûriyeya nû de parastî bin. Gelo hûn amade ne alîkariya wan bikin?
Trump: Bi ya min Sûriyeyê rêyeke dûr û dirêj biriye. Wekî ku tu agahdar î, serokê nû yê Sûriyeyê beriya sê hefteyan li vir bû. Karê wî ne hêsan e. Bi sedsalan e pirsgirêk li wir hene. Lê bi ya min ew karekî baş dike û baweriya min a zêde bi wî heye.