SUDAN - Hemdok dest ji pêkanîna hikûmetê berda
Hewlêr (Rûdaw) - Ebdulla Hemdok dest ji pêkanîna hikûmeta nû ya Sudanê berda.
Raspartiyê pêkanîna hikûmeta nû ya Sudanê Ebdulla Hemdok di daxuyaniyeke televizyonî de eşkere kir ku ew dest ji karê pêkanîna hikûmeta nû ya Sudanê berdide.
Ebdulla Hemdok dibêje, hikûmeta veguhêz rûbirûyî gelek astengiyan bû di nav de jî, xirabkirina abûriya niştîmanî, îzoleya navdewletî û dorpêç, gendelî û deynên ku 60 milyar dolar derbas kirine, xirabiya xizmetguzariyên sivîl, perwerde û tendrustiyê û herweha têkdana pêkhateya civakî, ji xeynî gelek astengiyên din.
Hemdok diyar jî kir, ew bi berdewamî li gel çareserkirina pisgirêkan bi rêya diyalogê bû.
Ofîsa Wezareta Derve ya Amerîka ji bo karûbarê Afrîkayê daxwaz ji serkirdeyên Sudanê kir, garantiya desthildariya sivîl bikin û kesekî ji bo serokwezîrtiyê destnîşan bikin ku li gor belgeya destûrî be.