Li Meksîkayê bi hêza 6,5 pileyan erd hejiya
Hewlêr (Rûdaw) - Erdhejeke bi hêza 6,5 pileyan li beravên Meksîkayê rû da û paytext hejand.
Di encama erdhejê de herî kêm 2 kes mirine û li bajarokekî nêzîkî navenda erdhejê zerer çêbû.
Saziya Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) ragihand ku erdhej doh beriya saet 20:00an li nêzîkî bendereke mezin û havîngehekê çêbûye.
Erdhej li Meksîkoya paytexta Meksîkayê ku 400 kîlometreyan dûrî navenda erdhejê ye jî hat hîskirin.
Sîstemên hişyariyê xebitîn û xelk ji bo ewlehiyê daket kolanan.
Vê yekê bandor li bêhnvedana dawiya hefteyê kir.
Li gorî daxuyaniya berpirsên herêmî, kesekî 60 salî dema ku hewl dida ji avahiya xwe ya li qata duyem derkeve ketiye û canê xwe ji dest daye.