Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya Amerîkayê hûrgiliyên operasyona girtina Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro eşkere dike.
Li gorî agahiyan, hêzên Amerîkayê berî operasyonê mînaka mala Maduro ya ewle ava kiriye û gelek caran prova kiriye ka dê çawa bikevin hundirê wê avahiya ku bi tundî tê parastin.
Daxuyaniya Serokê Amerîkayê Donald Trump a derbarê girtina Nicolas Maduro û hevjîna wî de cîhan şok kir.
Her çi qas ev gav wekî surprîzekê hatibe dîtin jî, li gorî çavkaniyên agahdar, plankirina vê operasyona ku di dîroka nêz a Amerîkayê de yek ji yên herî kompleks e, demeke dirêj e didome.
Mînaka mala Maduro ava kirin
Yekîneyên bijarte yên artêşa Amerîkayê, di nav de tîma Delta Force jî heye, mînaka mala Maduro ya ewle bi hemû hûrgiliyên wê ava kirin. Tîmên operasyonê gelek caran prova kirin ka dê çawa deriyên polatî bişkênin û bikevin hundirê wê qeleya ku bi giranî hatibû xurtkirin.
Çavkaniyekî nêzî mijarê diyar kir ku CIAyê ji meha tebaxê ve tîmeke biçûk li qadê bi cih kiribû.
Vê tîmê derbarê jiyana Maduro ya rojane û tevgerên wî de agahiyên krîtîk dan da ku operasyona girtinê bê pirsgirêk bi rê ve biçe.
Sîxurekî CIAyê li nêzîkî Maduro hebû
Li gorî nûçeya Reutersê, du çavkaniyên cuda diyar kiriye ku sîxurekî saziya îstîxbaratê li nêzîkî Maduro hebûye.
Wî sîxurî di dema operasyonê de tevgerên Maduro şopandine û cihê wî yê tam bi hûrgilî ji bo tîmên Amerîkayê tesbît kiriye.
Piştî ku hemû plan temam bûn, Trump berî 4 rojan erêkirina operasyonê da lê pisporên leşkerî û îstîxbaratê pêşniyar kir ku ji bo şert û mercên hewayê yên baştir hinekî bisekinin.
Îro destê sibehê operasyonê dest pê kir û Trump li Mar-a-Lagoyê tevî şêwirmendên xwe bi zindî li operasyonê temaşe kir.
Operasyoneke "qerase"
Pentagonê li herêma Karîbê hêzeke mezin a leşkerî kom kir; keştiyeke balafiran, 11 keştiyên şer û zêdetirî 12 balafirên şer ên F-35 sewqî herêmê kirin.
Di çarçoveya van xebatên ku rayedarên Amerîkayê wekî “têkoşîna li dijî narkotîkê” bi nav dikirin de, bi giştî zêdetirî 15 hezar leşker li herêmê hatin bicihkirin.
Tîma bingehîn a ku bi mehan li ser vê dosyayê dixebitî ji şêwirmendê payebilind Stephen Miller, Wezîrê Karên Derve Marco Rubio, Wezîrê Parastinê Pete Hegseth û Birêvebirê CIAyê John Ratcliffe pêk dihat.
Hêzên Taybet ketin Caracasê
Dema ku balafirên Amerîkayê li Caracas û derdora wê sîstemên parastina asmanî û hinek hedefên din bombebaran dikirin, Hêzên Taybet ên Amerîkayê bi çekên giran ketin Caracasê.
Di destê wan de amûrên taybet hebûn ku eger pêwîst bike deriyên polatî yên li cihê Maduro bibirin.
Her çi qas nehatibe eşkerekirin ka tîm çawa ketine bajêr jî, di vîdeoyên ku şêniyên Caracasê parve kirine de konvoyeke helîkopteran tê dîtin ku di asteke nizm de difirin.
Piştre leşker tevî ajanên FBIyê ketin wê avahiya ku Trump wekî “qeleyeke ku gelekî baş tê parastin” pênase kiribû.
Trump diyar kir ku Maduro hewl daye xwe bigihîne “jûra ewle” lê ji ber leza operasyonê nekariye bikeve hundir û hatiye girtin.
Delta Force kî ne?
Delta Force ku wekî yek ji yekîneyên herî veşartî û bijarte yên artêşa Amerîkayê tê naskirin, bi girtina Maduro ducare ket rojeva cîhanê.
Ev yekîne sala 1977an hate avakirin û li baregeha Fort Braggê ya li North Carolinayê bi cih bûye.
Navê wê yê fermî “Mufrezeya Operasyonel a 1emîn a Hêzên Taybet – Delta” ye.
Delta Force di operasyonên ku rîska wan gelekî zêde ye û girîngiya wan a stratejîk heye de wezîfeyê werdigire.
Pisporiya wan a sereke têkoşîna li dijî terorê, rizgarkirina dîlan, girtina serkirdeyên payebilind û xebatên keşfê yên veşartî ne.
Operasyonên navdar ên Delta Forceyê
Gelek operasyonên Delta Force ji ber sedemên ewlehiyê ji raya giştî re nayên eşkerekirin lê hinek wezîfeyên wan ên navdar di dîrokê de cih girtine wisa ne:
- Krîza rehîneyan a Îranê (1979)
- Operasyona li Grenadayê
- Operasyona li Somaliyê
- Operasyonên li dijî Usame Bin Ladin ên piştî 2001ê
- Girtina Saddam Husên li Îraqê (2003)
- Operasyona kuştina Xelîfeyê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî
Endamên Delta Force ji nav leşkerên herî jêhatî yên artêşa Amerîkayê tên hilbijartin.
Pêvajoya hilbijartinê 3-4 hefteyan didome û testên fîzîkî yên gelekî giran li xwe digire.
Kesên ku bi ser dikevin, 6 mehan perwerdeya taybet dibînin û dibin pisporên wekî nîşangirî, bikaranîna teqemeniyan û teknîkên din ên leşkerî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse