Maduro hat girtin: Wezîrê Parastinê yê Venezuelayê daxuyanî da
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Venezuelayê ragihand ku welatê wî "bûye hedefa êrişên Amerîkayê yên ku armanca wan destdanîna ser çavkaniyên stratejîk û guhertina birêvebiriyê ye."
Wezîrê Parastinê yê Venezuelayê Vladimir Padrino Lopez bangî civaka navneteweyî kir ku Amerîkayê şermezar bikin.
Vladimir Padrino Lopez di vîdeoya ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir de axivî û got:
"Gelê Venezuelayê bûye hedefa êrişên leşkerî yên herî hovane yên ku ji aliyê hikûmeta Amerîkayê ve hatine kirin."
Lopez diyar kir ku êriş li dijî Baregeha Leşkerî ya Fuerte Tiunayê ya li Caracasa paytext û eyaletên Miranda, Aragua û La Guairayê hatine kirin.
Wî da zanîn ku cihên sivîlan hatine bombebarankirin û xebatên ji bo tesbîtkirina hejmara mirî û birîndaran didomin.
"Divê Amerîka were şermezarkirin"
Lopez bal kişand ser wê yekê ku êriş gefê li aştî û aramiya herêmê dixwin û bangî civaka navneteweyî kir ku "Amerîkaya ku Peymannameya Neteweyên Yekbûyî û hiqûqa navneteweyî bi awayekî eşkere bin pê dike şermezar bikin."
Lopez destnîşan kir ku Amerîka ji ber "çavbirçîbûna" xwe ya li hemberî çavkaniyên stratejîk ên Venezuelayê êriş dike.
Wî tekez kir ku êrişên bi "hinceta qaçaxçîtiya madeyên hişbir" tên kirin, armanc dikin ku "guhertina birêvebiriyê li Venezuelayê ferz bikin û welêt teslîmî planên sexte yên emperyalîzma Amerîkayê bikin."
"Em dê hemû çekan bi kar bînin"
Vladimir Padrino Lopez her wiha anî ziman, "Li me dan lê nikarin me têk bibin" û bangî gelê Venezuelayê kir ku yekîtî, berxwedan û aramiya xwe biparêzin.
Wezîrê Parastinê yê Venezuelayê Vladimir Padrino Lopez her wiha axivî:
"Werin em nîşanî cîhanê bidin bê em çi qasî bi hêz in.
Em piştgiriyê didin biryara ragihandina rewşa awarte ya derve ya li seranserî welêt."
Lopez diyar kir ku ew dê li gorî biryarnameya hikûmetê ya "ragihandina rewşa awarte ya ji ber destwerdana derve" tevbigerin û fermanên Nicolas Maduro bi cih bînin.
Lopez destnîşan kir ku ew dê bi hevkariya gel, leşker û polîsan "ji bo parastina berfireh hemû pergalên çekan ên di destê xwe de bi kar bînin."
Li Caracasa paytexta Venezuelayê û gelek herêman dengê teqînan hatibû bihîstin.
Hikûmeta Venezuelayê Amerîka wekî berpirsyar nîşan dabû û hatibû ragihandin ku Maduro biryarnameya rewşa awarte îmze kiriye.
Trump: Me Maduro û hevjîna wî girtin
Serokê Amerîkayê Donald Trump destnîşan kir ku ev operasyon bi hevkariya hêzên ewlehiyê yên Amerîkayê hatiye kirin û got:
"Amerîkayê bi serkeftî êrişeke berfireh li dijî Venezuela û serokê wê Serok Nicolas Maduro pêk anî ku ew li gel hevjîna xwe hat girtin û bi balafirê ji welêt hat derxistin.
Ev operasyon bi hevahengiya Hêzên Ewlehiyê yên Amerîkayê hat kirin.
Hûrgilî dê werin."
Trump her wiha ragihand ku ew dê bi dema herêmî demjimêr 11:00an (bi dema Hewlêrê demjimêr 19:00an) li koşka xwe ya Mar-a-Lagoyê ya li Floridayê konferanseke rojnamegeriyê li dar bixe.