Nicolas Maduro: Ji şofêrtiya otobusê ber bi girtîgeha Amerîkayê ve
Hewlêr (Rûdaw) - Îro Serokê Amerîkayê Donald Trump di daxuyaniyeke ji nişka ve de girtina Serokkomarê Venezuelayê Nicolas Maduro eşkere kir.
Ev nûçe bû dawiya serdema desthilata yek ji serkirdeyên herî nîqaşbar ê cîhanê ku di 13 salên borî de bi tundî li dijî polîtîkayên Washingtonê sekinîbû.
Destpêka jiyanê û karê siyasî
Nicolas Maduro Moros 23yê Çiriya Paşîn a 1962yan li Cacakasê ji dayîk bûye. Maduro di malbateke çîna navîn de mezin bû û di ciwaniya xwe de di şirketeke metroyê ya Caracasê de wekî şofêrê otobusê dest bi kar kir.
Serokê desteserkirî yê Venezuelayê ji wê demê ve eleqedarî siyasetê bû û bû yek ji kesayetên diyar ên sendîkaya karkeran ku ev yek bû rêxweşker da ku bikeve nav cîhana siyasetê.
Jiyana Maduro salên 90î dema ku têkiliya wî bi Serokê wê demê yê Venezuelayê Hugo Chavez re çêbû guherî.
Maduro yek ji damezirînerên "Tevgera Komara Pêncem" bû û di rakirina xelkê ya ji bo piştgiriya Chavez de xwedî roleke sereke bû, bi taybetî piştî ku Chavez sala 1992yan ji ber hewla darbeyê ket girtîgehê.
Dilsoziya Maduro ya bêdawî wiha kir ku bibe yek ji kesên herî nêzîk û mîna mantiqê Chavez.
Gihîştina lûtkeya desthilatê
Piştî ku Hugo Chavez sala 1999an hat ser desthilatê, gelek postên girîng dan Maduro.
Maduro wekî Serokê Parlamentoyê û paşê jî di navbera salên 2006-2013an de wekî Wezîrê Karên Derve yê Venezuelayê xebitî.
Di wê demê de Maduro karî têkiliyên welatê xwe yên bi Rûsya, Çîn, Îran û Kubayê re xurt bike.
Cotmeha 2012yan Chavez Maduro wekî cîgirê xwe diyar kir. Chavez berî ku ji ber nexweşiya penceşêrê koça dawî bike, di daxuyaniya xwe ya dawî ya televîzyonî de daxwaz ji gelê Venezuelayê kir ku eger tiştek bi serê wî de were deng bidin Maduro.
Ev wesiyeta Chavez rê ji Maduro re vekir ku Nîsana 2013an di hilbijartinan de wekî Serokkomarê Venezuelayê were hilbijartin.
Serdema krîzan û nakokiya bi Washingtonê re
Serdema serokatiya Maduro bû şahidê yek ji krîzên aborî yên herî giran ên dîroka hevdem.
Ji ber daketina bihayê petrolê, gendeliya îdarî û dorpêçên Amerîkayê, Venezuela rûbirûyî enflasyoneke xeyalî bû.
Ev rewş bû sedem ku zêdetirî 7 milyon welatiyên Venezuelayê koç bikin û welatê xwe biterikînin.
Nakokiya Maduro ya bi Amerîkayê re sala 2019an gihîşt lûtkeyê dema Washington û bi dehan welatên din Juan Guaido wekî serokê demkî yê welêt nas kir.
Maduro bi piştgiriya artêş û komên çekdar ên navxwe di desthilatê de ma. Wezareta Dadê ya Amerîkayê sala 2020an Maduro bi bazirganiya narkotîkê û terorê tohmetbar kir û 15 milyon dolar xelat ji bo girtina wî diyar kir.
Sala 2025an û operasyona "Tîra Başûr"
Piştî vegera Donald Trump a ji bo Koşka Spî ya sala 2025an, zextên li ser hikûmeta Maduro çend qat zêde bûn.
Amerîkayê operasyona "Tîra Başûr" (Southern Spear) bi bicihkirina 15 hezar leşkerî li Deryaya Karîbê dest pê kir. Armanca sereke ya vê operasyonê tundkirina dorpêçên li ser Venezuelayê bû.
Di maweyê meha Kanûna Pêşîn a 2025an de, balafir û keştiyên şer ên Amerîkayê êrişî hinek belemên ku narkotîk vediguhastin kir.
Maduro her tim ev hewl wekî "şerê emperyalîzmê" yê li dijî gelê xwe bi nav dikirin û teqez dikir ku Amerîka tenê çav berdaye petrola welatê wî.
Rewşa navxwe û lawazbûna piştgiriya artêşê Maduro xist nav krîzeke bêwêne.
Kêliya girtinê û dawiya serdemekê
Îro piştî zincîreyek teqînên bihêz ên li navenda Caracasê, hêzên taybet ên Amerîkayê karî bigihin cihê veşartina Maduro.
Trump li ser tora civakî ya Truth Socialê got: "Amerîkayê bi serkeftî êrişeke berfireh bir ser Venezuelayê û tê de serkirdeyê wê Nicolas Maduro û hevjîna wî hatin girtin û ji welat hatin derxistin."
Wekî ku Serokê Amerîkayê amaje pê kiriye, operasyon li ser bingeha hêza bicihanîna yasaya Amerîkayê hatiye kirin.
Daxuyaniya Trump piştî çend saetên tije alozî û nediyariyê hat ku tê de berê sibehê îro dengê zincîreyek teqînên bihêz Karakas hejand.
Li gorî agahiyan, nêzîkî saet 02:00an bi dema navxwe (bi dema Hewlêrê 09:00an), hevdem li gel teqînan balafirên şer li asmanê bajêr geriyan ku ev bû sedema tirs û xofeke mezin di nav xelkê de.
Wezareta Karên Derve ya Venezuelayê ragihand ku ji xeynî Caracasê, saziyên hikûmetê yên li parêzgehên Miranda, Aragua û La Guairayê jî hatine hedefgirtin.