Ukrayna Supaya Pasdaran a Îranê dixe lîsteya terorê
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy ragihand ku welatê wî Supaya Pasdaran a Îranê dixe lîsteya terorê.
Volodymyr Zelenskyy got, "Ukrayna wan bi hezaran dronên cureyê Şahid ên ku bajar û gundên me kirin hedef, ji bîr nake."
Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy li ser hesabê xwe yê fermî yê tora civakî ya Xê bi zimanê Farisî postek parve kir û tê de hewlên navneteweyî yên ji bo terorîstnaskirina Supaya Pasdaran a Îranê kir erênî nirxandin.
Zelenskyy di posta xwe de got, "Hemû cîhan dibîne ka xelkê Îranê çawa tên kuştin û rejîma wî welatî çavkaniyeke qerase ji bo berfirehkirina şer û tundiyê li herêmê û cîhanê terxan dike."
"Biryar li cen me zelal bûye"
Serokê Ukraynayê di beşeke din a peyama xwe de amaje pê kiriye ku biryara terorîstnaskirina Supaya Pasdaran a Îranê li cem wan zelal bûye.
Zelenskyy do berdewamiyê jî de got, "Hemû terorîstên cîhanê hêjayî rûbirûbûn û şermezarkirineke wekhev in, nabe yek ji wan jî bi ser bikeve."
Tê gotin ku dronên xwekuj ên cureyê "Şahid 136" ên Îranê ku yek ji berhemên pîşesaziya leşkerî ya Îranê û bi taybetî ya Supaya Pasdaran e, di şerê Rûsya û Ukraynayê de bi awayekî berfireh hatine bikaranîn.
Her çi qasî berpirsên Îranê bi berdewamî red dikin ku di şerê Ukraynayê de dron dabin Rûsyayê lê roja 20ê Çiriya Pêşîn a 2022yan, Berdevkê Konseya Ewlehiya Niştimanî ya Amerîkayê John Kirby eşkere kiribû ku leşkerên Îranê li nîvgirava Kirimê rahênanê didin hêzên Rûsyayê da ku dronan bi kar bînin.
Îsraîl: Ev biryar ji bo azadiyê hatiye dayîn
Li aliyê din, Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gîdeon Saar biryara Serokê Ukraynayê Zelenskyy ya wekî rêxistineke terorîst naskirina Supaya Pasdaran a Îranê pîroz kir.
Saar derbarê biryara Ukraynayê got, "Em biryara Serokê Ukraynayê Zelenskyy ya pênasekirina Supaya Pasdaran a Îranê wekî rêxistineke terorîst bi qedr û qîmet dibînin.
Ev biryareke dîplomatîk û exlaqî ya giring e ku li dijî teror û zextê, ji bo azadiyê hatiye dayîn."