Şaredariya Lozanê 50 hezar frank ji Rojavayê Kurdistanê re şand

Hewlêr (Rûdaw) - Nivîsgeha Ragihandinê ya Şaredariya Lozanê ragihand ku ji bo koçberên li Rojavayê Kurdistanê 50 hezar frankê Swîsreyî bexşandine Heyva Sor a Kurd.

Ji ber şer û operasyonên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê gelek kes neçar man ku malên xwe biterikînin û alîkariyên ji bo kesên ku ji cih û warên xwe bûne didomin.

Ji Swîsreyê piştgirî ji bo xebatên ku bi rêya Heyva Sor a Kurd tên meşandin hat.

Di daxuyaniya ku Nivîsgeha Ragihandinê ya Şaredariya Lozanê belav kir de hat diyarkirin ku ji bo koçberên li Rojavayê Kurdistanê 50 hezar frankê Swîsreyî (nêzîkî 64 hezar û 500 dolarên Amerîkî) bexşandine Heyva Sor a Kurd kirine.

Alîkariya lezgîn

Şaredariya Lozanê di daxuyaniya xwe de wiha got:

"Bi mebesta piştgiriya xebatên alîkariya mirovî yên têkildarî nifûsa ku ji cihê xwe bûye, alîkariya lezgîn a bi qasî 50 hezar frankê Swîsreyî ji Heyva Sor re hatiye dabînkirin.

Ev piştgirî bi taybetî li ser alîkariya lezgîn, di nav de lênêrîna bijîşkî û piştgiriya ji bo beşên herî bêparastin hûr dibe."

Banga li Konseya Federal

Şaredariyê her wiha di daxuyaniyê de bangî rayedarên Swîsreyê û got:

"Di dawiyê de, Bajarê Lozanê bangî Konseya Federal dike ku hemû zextên li ser nifûsa sivîl bi tundî şermezar bike û ji bo nîzameke navneteweyî ya li ser bingeha rêzgirtina li hiqûq, rûmeta mirovan û azadiyên bingehîn bi awayekî çalak bixebite."