Marco Rubio: Eger me êriş nekira dê Îranê li me bixista

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio diyar kir ku operasyona leşkerî ya li dijî Îranê gaveke “rêlibergirtinê” ye.

Rubio got, "Eger me êriş nekira, dê Îranê êrişî me bikira. Armanca me ne tenê guherîna rejîmê ye, tunekirina wan çekan e ku gefê li me û hevalbendên me dikin."

Rubio ji rojnamegeran re axivî û diyar kir ku Washingtonê biryara operasyonê ji ber "gefeke nêzîk û şênber" daye.

“Me nikaribû em li benda derbê bimînin”

Rubio destnîşan kir ku gefa Îranê "li ber derî" bû û stratejiya parastinê ya Amerîkayê wiha anî zimên:

"Bê guman gefeke nêzîk hebû. Me dizanibû ku eger kesekî din (Îsraîl) li Îranê bide jî ew dê yekser êrişî me bikin.

Me nikaribû em li wir rûnin û beriya ku em bersivê bidin li benda derbê bin. Serok Trump biryareke gelekî aqilane da."

Rubio diyar kir ku wan dizanibû dê operasyoneke Îsraîlê çêbibe û ev yek dê bibe sedema êrişa li dijî hêzên Amerîkayê û got:

"Eger beriya wan êrişan me li wan nexista, dê windahiyên me yên leşkerî gelekî zêdetir bûna."

Xalên sereke: Mûşekên balîstîk û hêza deryayî

Rubio armancên sereke yên artêşa Amerîkayê yên li nav Îranê di du xalan de kom kirin: Mûşekên balîstîk û hêza deryayî.

Wezîrê Amerîkayî armanca teknîk a mîsyonê wiha rave kir:

"Armanca me ew e ku em kapasîteya mûşekên balîstîk a Îranê, şiyana hilberîna wan û gefa hêza deryayî ya Îranê ya li ser veguhastina deryayî ya cîhanî bi temamî ji holê rakin.

Em nikarin destûrê bidin ku ev çek gefê li me û hevalbendên me yên li herêmê bikin."

“Helbet me dixwest rejîm biguhere lê...”

Rubio pirsa "Gelo Amerîka guherîna rejîmê dixwaze?" jî bersivand.

Wî amaje pê kir ku ev yek ji armanceke leşkerî zêdetir "hêviyek" e û got:

"Helbet me gelekî dixwest ku ev rejîm were guherandin. Wekî ku Serok Trump jî diyar kir, em piştgiriyê didin gelê Îranê ku vê rewşê wekî derfetekê bi kar bînin û rêberên heyî hilweşînin.

Lê armanca sereke ya vê mîsyona leşkerî ew e ku şiyana Îranê ya tehdîtkirina cîranan û hebûna Amerîkayê ya li herêmê were astengkirin."