Trump ji Kongreyê re name şand: Operasyon dê bidome

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump rapora fermî ya ku sedem û çarçoveya operasyona li dijî Îranê dihewîne pêşkêşî Kongreyê kir.

Trump ragihand ku operasyon bi armanca parastina berjewendiyên Amerîkayê, axa welêt û hevalbendan bi desthilata "serfermandariyê" hatiye destpêkirin.

Koşka Spî naveroka nameya ku Serok Donald Trump 2yê Adara 2026an nivîsandiye belav kir.

Trump hûrgiliyên yasayî û stratejîk ên tevgera leşkerî ya ku 28ê Sibatê li dijî rêveberiya Îranê dabû destpêkirin parve kirin.

Serokê Amerîkayê li gorî Yasaya Desthilata Şer Kongre agahdar kir.

Trump parast ku sedema sereke ya operasyonê "piştgiriya Îranê ya ji bo terora cîhanî" û "lêgerîna çekên nukleer" ye.

“Hewlên dîplomatîk bê encam man”

Trump di nameya xwe de diyar kir ku birêvebiriya Washingtonê ji bo çalakiyên Îranê gelek caran hewlên dîplomatîk dane û got:

"Tevî hemû hewlên birêvebiriya min, gefa Îranê ya li ser Amerîka û hevalbendên wê êdî gihişt asteke ku tehemulî neyê kirin.

Ji ber vê yekê, ji bo parastina gelê Amerîkayê û ewlehiya me ya neteweyî, min 28ê Sibatê fermana operasyona leşkerî ya bi lêdanên hesas da."

Armancên operasyonê: Mûşek û navendên fermandariyê

Trump di nameyê de agahiyên teknîk ên derbarê çarçoveya operasyonê de jî rêz kirin.

Serokê Amerîkayê da zanîn ku hêzên Amerîkayê xalên stratejîk ên li nav axa Îranê kirine hedef.

Li gorî daxuyaniyê li cihên mûşekên balîstîk, şiyanên êrişê yên deryayî, pergalên parastina asmanî û navendên fermandari û kontrolê yên leşkerî hatiye xistin.

“Hêza bejahî nehat bikaranîn”

Yek ji xalên herî balkêş ên nameyê şêwaza operasyonê bû.

Trump bi taybetî diyar kir ku di êrişan de hêzên bejahî yên Amerîkayê nehatine bikaranîn.

Trump diyar kir ku operasyon bi awayekî hatiye plankirin ku windahiyên sivîlan di asta herî kêm de bin.

Armanca din jî bihêzkirina parastina hevpar a hevalbendan (di serî de Îsraîl) e.

Tengava Hurmuzê û bazirganiya deryayî

Serok Trump destnîşan kir ku yek ji armancên herî girîng ên operasyonê ewlekirina rêyên enerjiyê yên cîhanî ye.

Di nameyê de hat gotin: "Me ev gav ji bo dabînkirina herikîna azad a bazirganiya deryayî ya li ser Tengava Hurmuzê û bipêşxistina berjewendiyên xwe yên jiyanî avêt."

“Operasyon dê heta bidawîhatina gefê bidome”

Trump derbarê dema operasyonê derî vekirî hişt û got:

"Her çi qasî Amerîka aştiyeke bilez û mayînde bixwaze jî di vê qonaxê de zanîna çarçove û dema operasyonên leşkerî ne pêkan e.

Hêzên Amerîkayê dê li ser hişyariyê bimînin da ku gefên zêdetir li ser welatê me û hevalbendên me çênebin.

Ev operasyon dê heta ku hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê ji bo civaka navneteweyî nebe gef bidome."