Kim Jong piştgirî da Îranê: Ji bo tunekirina wan mûşekek bes e
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un ragihand, "Eger Îran bixwaze em dê li dijî Îsraîlê mûşekan bidin wan. Ji bo tunekirina wan mûşekek bes e."
Êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li Îranê di roja 4an de didomin û Îran jî bi êrişên tolhildanê bersivê dide.
Artêşa Îsraîlê (IDF) ragihand ku wan bi şev dest bi pêleke nû ya êrişan a li Tehranê kiriye.
Artêşa Amerîkayê jî eşkere kir ku wan ji şemiyê ve li Îranê li zêdetirî 1250 armancan xistiye.
Hat diyarkirin ku di êrişên Îranê de hejmara leşkerên Amerîkayê yên ku canê xwe ji dest daye derketiye 6an.
Şerê li qadê dijwar dibe û daxuyaniyên aliyan nîşan didin ku alozî kêm nebûye.
Êrişên Îranê yên li Riyad û Dubaiyê
Îranê bi du dronan Balyozxaneya Amerîkayê ya li Riyada paytexta Erebistana Siûdî kir hedef.
Derbarê ziyan û windahiyan de daxuyaniyeke fermî nehat dayîn.
Supaya Pasdaran a Îranê her wiha ragihand ku wan li bajarê Dubaiyê bi dronên kamîkaze li cihê kombûna leşkerên Amerîkayê xistiye.
Li gorî agahiyên destpêkê yên ji qadê, li cihê ku hatiye hedefgirtin zêdetirî 160 endamên hêza deryayî ya Amerîkayê hebûne.
Hat îdiakirin ku herî kêm 40 leşkerên Amerîkayê hatine kuştin û 70 leşker jî birîndar bûne.
Rayedarên Amerîkayê hîn ev îdia piştrast nekirine.
Şer derbasî Libnanê bû
Doh danê sibehê şer derbasî sînorê Libnanê bû. Di navbera Îsraîl û Hizbulahê de şer dest pê kir.
Rayedarên Libnanî daxuyand ku di êrişên Îsraîlê de herî kêm 52 kesan canê xwe ji dest daye.
Bi vê yekê re xuya bû ku şer tenê di navbera Îran û Îsraîlê de nemaye û aktorên herêmî jî rasterast tevlî şer bûne.
Piştgiriya eşkere ya Koreya Bakur
Dema ku krîz kûr dibe Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un daxuyaniyeke balkêş da.
Kim got, "Eger Îran bixwaze, em dê li dijî Îsraîlê mûşekan bidin wan. Ji bo tunekirina wan mûşekek bes e."