Trump li ser dan û standinên bi Îranê re: Êdî pir dereng e
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku Îranê daxwaza gotûbêjan kiriye lê daxwaza wê hatiye redkirin û wî ji wan re gotiye, "Dem dereng e."
Donald Trump roja li ser hesabê xwe yê tora civakî Truth Socialê, di bersiva welatiyekî de li ser rewşa Îranê nivîsî:
"Parastina asmanî, hêza asmanî, hêza deryayî û serkirdayetiya wan (Îranê) nemane."
"Min got: Êdî pir dereng e"
Trump amaje bi wê yekê jî kir ku Tehran dixwaze serî li dîplomasiyê bide û got:
"Ew dixwazin dan û standinan bikin lê min jî got: Êdî pir dereng e."
Ev daxuyaniyên Trump di demekê de ne ku aloziyên di navbera Washington û Tehranê de gihiştine asteke nû.
Li gorî Serokê Amerîkayê, êrişan zerereke mezin gihandiye binesaziya leşkerî û serkirdayetiya wî welatî.