Belçîka: Êrişa li Îranê ne yasayê bû lê ji bo ewlehiyê hewce bû

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Belçîkayê Maxime Prevot ragihand, êrişa Amerîka û Îsraîlê ya li Îranê binpêkirina yasayên navneteweyî bûye.

Maxime Prevot her wiha tekezî li wê yekê jî kir ku ew gav "ji bo parastina ewlehiya cîhanê hatiye avêtin."

Wezîrê Karên Derve yê Belçîkayê Maxime Prevot ji medyaya welatê xwe re axivî.

Maxime Prevot ragihand, "Wekî parêzvanekî dilsoz ê qanûna navneteweyî, divê ew qebûl bikin ku operasyona roja Şemiyê li gorî pîvanên qanûnî yên navneteweyî yên diyarkirî nebû."

"'Îran ne 'xwendekareke nimûneyî' ye'"

Wezîrê Karên Derve yê Belçîkayê got, "Rejîma Îranê xwedî dîrokeke dirêj a zordestiya tund e ku bûye sedema mirina bi deh hezaran kesan."

Prevot her wiha anî ziman, "Yasayên navneteweyî ji bo parastina maf û azadiyên xelkê hatine danîn, lê Îran di vî warî de ne 'xwendekareke nimûneyî' ye."

Maxime Prevot behsa wê yekê jî kir ku divê prensîp li hemberî rastiyên jeopolîtîk bên nirxandin.

Wî anî ziman ku bi salan hewlên dîplomatîk ên ji bo rawestandina bernameyên nukleerî û mûşekî yên Îranê têk çûne.

Ji ber vê yekê, wî ew karê leşkerî ji bo dûrxistina metirsiyê ya li ser ewlehiya cîhanê û rêgirtina li nearamiya herêmê pêwîst dît.

28ê Sibata 2026an, şer bi êrişa hevbeş a Îsraîl û Amerîkayê ya li Îranê dest pê kir û piştre Îranê jî bi mûşek û dronan bersiva êrişan da.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandiye, di êrişan de 49 serkirdeyên bilind ên Îranê hatine kuştin ku yê herî diyar Elî Xamineyî, Rêberê Komara Îslamî ya Îranê ye.

Gelo êriş rewa bû?

Derbarê pirsa "Gelo ji aliyê ewlehiyê ve sedemeke rewa ya êrişê hebû?", Wezîrê Derve yê Belçîkayê bersiva "Belê" da.

Lê wî tekezî li ser wê yekê kir ku divê destwerdana leşkerî bijardeya dawî be.

Wî her wiha xwest ku di demeke herî nêzîk de alozî kêm bibin, rêz li yasayên navneteweyî bê girtin û veger li karê dîplomasiyê hebe.