Amerîka ji balyozê nû yê Îranê li NY dilgiran e

03-04-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Amerîka li hember destnîşankirina yek ji kesên ku sala 1979an êrişî balyoazxaneya wî welatî li Tehranê kiribûn, wek balyozê Îranê li Neteweyên Yekbûyî (NY) nerazîbûn nîşan da.

 

Demekî beriya niha Îranê ragihand, kesê bi navê Hemîd Ebûtalebî ku piştî şoreşa îslamî ya Îranê û roja 4ê Mijdara 1979an bi komek xwendekarên din re êrişî balyozxaneya Amerîka li Tehranê kiribûn û karmendên balyozxanê girtibûn, dê wek balyozê xwe li NY destnîşan bike.

 

Ev biryara dewleta Îranê rastî nerazîbûna Amerîka hat.

 

Hikûmeta Amerîka ragihand, ew biryara Îranê “pir metirsîdar” e. Senatoya Amerîka jî ji vê yekê digiran e.

 

Senatorê bi navê Ted Cruz, ragihand, ew niha mijûl amadekirina pêşnûmeyekê ne ku dayîna vîze bi wî dîplomatê îranî asteng bike.

 

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka  Marie Harf jî ragihand, wan nerazîbûna xwe ji rayedarên îranî re ragihandine.

 

Heta niha Îranê ti daxuyaniyek li ser vê yekê nedaye.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst