Li Neteweyên Yekbûyî krîza Tengava Hurmizê: Çîn û Rûsya li dijî bikaranîna hêzê ne

 New York (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Behreynê li gel Nûnerê Çînê yê Neteweyên Yekbûyî ku 2 dîplomatkarên nêrînên wan li ser Îranê ji hev cuda ne dan û standinan dikin.

Behreyn bi van hewldanan dixwaze helwesta vî zilhêzî li ser pirsgirêkeke ku bûye sedema bihabûna kel û pelan biguherîne: Tengava Hurmizê.

Behreyn vê mehê serokatiya Konseya Ewlehiyê dike û reşnivîsa biryarekê pêşkêş kiriye.

Ev reşnivîs destûrê dide bikaranîna hêzê ji bo vekirina Tengava Hurmizê ji bo keştiyên hemû welatan.

Beriya destpêkirina civînê, Sekreterê Giştî peyamek belav kir ku zêdetir wekî bersivekê bû ji bo gotinên şerxwaz ên şeva borî yên Serokê Amerîkayê Donald Trump.

Trump gefa wêrankirina Îranê xwaribû û gotibû vekirina Hurmizê ne berpirsyariya Washingtonê ye.

Hişyariya Guterres a ji bo xelkê feqîr

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres anî ziman:

"Dema ku Tengava Hurmizê tê fetisandin, xelkê herî feqîr ê cîhanê nikare bêhna xwe bistîne.

Em vê yekê di jiyana rojane ya wan kesan de dibînin ku rûbirûyî zêdebûna lêçûna xwirek û enerjiyê bûne, ji Filîpînê heta Srî Lanka û Mozambîk û civakên din."

Civîn dest pê dike. Her çend tekezî li ser Îranê hatiye kirin jî, nûnerê Îranê nehatiye vexwendin.

Çîn û Rûsya ji bo krîza Rojhilata Navîn Amerîka û Îsraîlê tohmetbar dikin, ne Îranê.

Nakokiya di navbera zilhêzan de

Balyozê Çînê yê Neteweyên Yekbûyî Fu Kong da zanîn:

"Di bin şert û mercên niha de, dayîna destûrê ya welatên endam ku hêzê bi kar bînin, tê wateya rewakirina bikaranîna neyasayî ya hêzê.

Ev dê bê guman bibe sedema kûrtirbûna aloziyan û encamên metirsîdar li pey xwe bîne."

Roja pêncşemê, berpirsekî bilind ê Amerîkayê ji bo Rûdawê piştrast kir ku Amerîka piştgirî dide reşnivîsa Behreynê.

Namo Ebdula dipirse: “Gelo sibe deng li ser wê reşnivîsê tê dayîn?”

Cîgira Nûnera Amerîkayê ya Neteweyên Yekbûyî Tammy Bruce di bersivê de dibêje: “Em piştgiriyê didin.”

Helwesta Fransayê ya nezelal

Bi giştî dema ku Washington li gel tiştekî be, hevpeymanên wê jî li gel in lê vê carê cuda ye.

Fransaya ku mafê wê yê vetoyê heye, dilgiraniya xwe ya li ser zimanê reşnivîsê yê ji bo bikaranîna hêzê aniye ziman.

Li ser vê mijarê, êvara pêncşemê Rûdawê hewl da nêrîna nûnerê Fransayê wergire lê bersiv neda.

Tê çaverêkirin ku Fransa biryarê veto neke û dibe ku tenê bêalî bimîne.

Bingeheke yasayî ji bo vekirina Hurmizê

Bêalîbûn tiştek e ku Behreyn û welatên Kendavê bi nermî pêşwazî lê dikin.

Biryar xwedî dengên pêwîst e û tenê veto dikare wê asteng bike.

Eger Rûsya û Çîn heman helwesta meha borî nîşan bidin, wê demê Amerîka û hevpeymanên wê dê serkeftineke mezin a dîplomatîk tomar bikin.

Bi vî awayî dê bingeheke yasayî ji bo wan peyda bibe ku bi rêya hêzê Tengava Hurmizê vekin lê di pratîkê de ev yek çi qas hêsan e, ev pirseke din e.