Wezîrê Şer ê Amerîkayê daxwaza îstifaya Sererkanê Artêşê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth ji Sererkanê Artêşê General Randy George xwestiye ku ji erkê xwe îstifa bike û malnişîn bibe.

Rayedarekî Amerîkî ji medyaya welatê xwe re ragihand ku Pete Hegseth ji General Randy George daxwaza malnişînbûnê kiriye.

Çavkanî nîşan didin ku Wezîrê Parastinê kesekî wisa di wê erkê de dixwaze ku li gorî nêrîna wî û Donald Trump ji bo artêşa Amerîkayê bixebite.

Dûrxistina fermandaran di dema şer de

Dûrxistina yek ji fermandarên herî bilind ên artêşa Amerîkayê di demekê de ye ku Amerîka li dijî Îranê di nav şerekî giran de ye.

Trump gotibû ku dibe ev şer çend hefteyên din jî bidome.

General George di lîsteya wan fermandarên bilind de kesê dawî ye ku di gera duyem a serokatiya Trump de ji kar tê dûrxistin.

Tecrubeya 40 salî ya Randy George

Randy George xwedî tecrubeyeke leşkerî ya nêzîkî 40 salî ye û çend caran li Îraq û Efxanistanê xebitiye.

George di serdema Joe Biden de alîkarê bilind ê Lloyd Austin bû.

Tê texmînkirin ku dibe ev yek yek ji sedemên nerazîbûna îdareya niha ya li hemberî wî be.

Trump piştî vegera xwe ya Koşka Spî li serkirdayetiya artêşê guherînên kokdar kirine, ji wan:

  • Dûrxistina Sererkanê Giştî yê Hêzên Çekdar General Charles Brown (Sibat 2025).
  • Guhertina fermandarên Hêzên Deryayî û Nobedarên Beravan.
  • Dûrxistina Birêvebirê Ajansa Ewlehiya Niştimanî.
  • Malnişînkirina Sererkanê Hêzên Asmanî bêyî ti daxuyaniyeke zelal.

Dilgiraniya Demokratan a ji "siyasîkirina" artêşê

Pete Hegseth tekez dike ku Donald Trump tenê wan serkirdeyan hildibijêre ku cihê baweriya wî ne lê yasadanerên Demokrat ji "siyasîkirina" artêşa Amerîkayê dilgiran in.

Ew hişyariyê didin ku ev cure guherînên bilez ên di dema şer de, dibin sedema qelsbûna saziyeke niştimanî û bêalî ya wekî artêşê.