Trump: Em dikarin Tengava Hurmizê bi hêsanî vekin û petrolê kontrol bikin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku eger piçek wextê wan hebe, ew dikarin Tengava Hurmizê bi hêsanî vekin û dest deynin ser petrolê.

Trump ji ser hesabê xwe yê Truth Socialê postek belav kir û got, "Ev dê ji bo hemû cîhanê bibe kaniyeke herikbar a petrolê."

Donald Trump li ser girtina Tengava Hurmizê û rawestandina hatin û çûyîna keştiyan wiha got:

"Bi piçek wextê zêdetir, em dikarin Tengava Hurmizê bi hêsanî vekin, petrolê wergirin û serweteke mezin bi dest bixin."

Serokê Amerîkayê geşbîniya xwe nîşan da ku kontrolkirina wê rêya avê ya stratejîk û destdanîna ser çavkaniyên enerjiyê dê encameke mezin ji bo aboriya cîhanê hebe.

Serokê Amerîkayê anî zimên, "Ev dê ji bo hemû cîhanê bibe kaniyeke petrolê."

Tevgera li Tengava Hurmizê ji ber şerê di navbera Washington û Tehranê de sekiniye û bihayê enerjiyê li bazaran ne bi îstîqrar e.

Tengava Hurmizê di demên asayî de ji bo veguhastina ji sedî 20ê petrola xav û gaza xwezayî ya cîhanê tê bikaranîn.

Donald Trump îro sere sibehê jî li ser tora Truth Socialê peyameke nû û tund belav kiribû û gef li wan beşên binesaziya Îranê xwaribû ku hîn li wan nehatiye xistin.

Trump bi eşkereyî got, "Pir armancên me yên bê ne, piştî wan jî dor a stasyonên elektrîkê ye."