FAO: Xwarin li cîhanê ji sedî 2,4 biha bûye, sedem şerê Îranê ye
Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Xwarin û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) ragihand ku şerê Rojhilata Navîn, li cîhanê bûye sedema bihabûna xwirekan.
Ev yek ji ber zêdebûna lêçûna enerjî û gubreyê çandiniyê ye.
FAOyê her wiha diyar kir, eger şer dûvdirêj bibe ewlehiya xwarinê ya cîhanî dê bikeve metirsiyê.
Rêxistina FAOyê îro di raporekê de eşkere kir ku pîvera bihayê xwarinê di meha adarê de li gorî meha sibatê bi rêjeya ji sedî 2,4 bilind bûye.
Ev bilindbûna duyem a li pey hev e. Ajans sedema vê yekê bi bilindbûna bihayê enerjiyê ve girê dide ku ji ber şerê Îranê çêbûye.
Girtina Tengava Hurmizê bandor kir
Amerîka û Îsraîlê 28ê Sibatê êrişî Îranê kir û Îranê jî bi mûşek û dronan bersiv da.
Îranê wekî beşek ji bersivdana xwe ji roja duyem a şer ve Tengava Hurmizê girtiye.
Beriya şer, rojane ji sedî 20ê tevahiya hilberîna rojane ya petrolê di wê tengavê re dihat hinartin.
Li gorî Neteweyên Yekbûyî, beriya şer rojane ji sedî 30ê gubreyê ku li cîhanê tê hilberîn di Tengava Hurmizê re dihat hinartin.
Lê belê ji ber girtina Tengavê, bihayê gubre nêzîkî ji sedî 30 bilind bûye.
Bihayê rûnê xurmeyan gihişt asta herî bilind
Rûnê riwekan herî zêde biha bûye û gihiştiye ji sedî 5,1ê.
Bihayê rûnê xurmeyan ji nîvê sala 2022yan ve gihiştiye asta herî bilind. Ev yek jî ji ber bandorên bilindbûna bihayê petrola xav e.
Rûnê xurmeyan tenê ji bo xwarinê nayê bikaranîn, ew di çêkirina mazota biyolojîk (biyodîzel) de jî tê bikaranîn.
Ji ber bilindbûna biha û daxwaza li ser sotemeniya fosîl, daxwaza li ser wî rûnî jî zêde bûye.
Aborînasê FAOyê hişyarî da
Aborînasê Sereke yê FAOyê Maximo Torero ragihand ku heta niha ji ber hebûna rêjeya pêwîst a dexl û dan a di depoyên cîhanî de, bandor sînordar bûne lê ev hişyarî da û got:
“Eger şer ji 40 rojî zêdetir biajo û bihayê gubreyê çandiniyê bilind bimîne, cotkar dê neçar bibin ku yan kêmtir biçînin yan jî cureyên berhemên xwe biguherin."
Torero destnîşan kir ku ev yek dê bandorê li dabînkirina xwarinê ya ji bo îsal û hemû sala bê jî bike.
Di raporê de her wiha hatiye diyarkirin ku têkçûna hilberînê û xerabûna rêyên zincîra dabînkirinê, derbarê asoya genim û garis a li cîhanê de nediyariyeke mezin çêkiriye.