Neteweyên Yekbûyî dengdana ji bo vekirina Hurmizê bi paş xist
Hewlêr (Rûdaw) - Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) dengdana ku rê dide bikaranîna hêza leşkerî ya ji bo vekirina Tengava Hurmizê bi paş xist.
Dihat çaverêkirin ku îşev dengdan li ser reşnivîsa biryarê ya ku ji aliyê Behrêynê ve hatiye pêşkêşkirin bê kirin.
Li gorî çavkaniyên dîplomatîk, şeva pêncşemê (doh) di salnameya kar de ji nişka ve guherîn hat kirin.
Wekî sedema bipaşxistinê, hat nîşandan ku roja înê (3yê Nîsanê) "Îna Pîroz" e û ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve wekî betlaneya fermî hatiye ragihandin.
Hîn dîrokeke nû ji bo dengdana li ser reşnivîsê nehatiye diyarkirin.
Krîza petrolê û girtina tengavê
Piştî şerê ku 28ê Sibatê bi êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê dest pê kir, birêvebiriya Tehranê wekî bersivdayînê Tengava Hurmizê ya stratejîk ji trafîka deryayî re girtibû.
Ev gava Îranê û gefên wê yên li ser hinartina petrolê, bûn sedem ku bihayê petrolê li seranserê cîhanê bi lez bilind bibin.
Ev yek jî di aboriya cîhanê de dibe sedema pirsgirêkên cidî.
Desthilata bikaranîna hêzê
Reşnivîsa biryarê ya ku Amerîka piştgiriyê didiyê û ji bo razîkirina welatên din guherîn li ser hatine kirin, desthilata bikaranîna hêza leşkerî dide welatan.
Ev desthilat, bi tenê yan jî bi hev re parastina keştiyên li Tengava Hurmizê û rêlibergirtina hewldanên girtina rêya avê li xwe digire.
Heger biryar bê qebûlkirin, tê pêşbînîkirin ku 6 mehan di pratîkê de bimîne.
Li şûna "şer" peyva "parastin"ê
Welatên ku piştgiriyê didin biryarê, ji bo razîkirin Fransa, Çîn û Rûsyayê, di metna nû de bi eşkereyî xwe ji îfadeya " bikaranîna hêzê ya ji bo şer" dûr xist.
Li şûna vê, bi taybetî hat diyarkirin ku her hêza leşkerî ya ku dê li herêmê bê bikaranîn dê tenê bi armanca "parastinê" be.
Lê hîn jî ne diyar e bê ma dê Rûsya û Çîn (mafê wan ê vetoyê heye) biryarê pesend bikin yan na.
Balyozê Çînê yê Neteweyên Yekbûyî hişyarî da ku dayîna destûra bikaranîna hêzê, dê rewşa herêmê gelekî aloztir bike.
Mînakên kêm ên di dîrokê de
Dayîna destûra rasterast a bikaranîna hêza leşkerî ya ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve, li qada navneteweyî rewşeke gelekî kêm e.
Konseyê, berê tenê sala 1990î bi armanca rizgarkirina Kuweytê destûr dabû Amerîkayê ku midaxeleyî Îraqê bike.
Her wiha sala 2011an jî destûr dabû NATOyê ku li hemberî Lîbyayê operasyonê bike.