Trump: Ez dê li pêşniyara nû ya Îranê binêrim
Hewlêr (Rûdaw) - Donald Trump ragihand ku ew dê plana aştiyê ya nû ya ku Îranê ji Amerîkayê re şandiye di demeke nêzîk de binirxîne lê ew bawer nake ku ev plan "were qebûlkirin."
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê platforma medyaya civakî Truth Socialê parvekirinek kir.
Trump da zanîn, "Ez dê plana nû ya ku Îranê ji me re şandiye di demeke nêzîk de binirxînim."
Serokê Amerîkayê Donald Trump îdia kir, Îranê ji bo tiştên ku di 47 salên dawî de li hemberî mirovahiyê û cîhanê kirine hîn bedeleke têra xwe mezin nedaye.
Trump di parvekirina xwe de destnîşan kir:
"Dema ku mirov van tiştan li ber çavan bigire, ez bawer nakim ku ev plan were qebûlkirin."
Pêşniyara Îranê bi rêya Pakistanê gihîşt Amerîkayê
Ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNAyê ragihandibû ku Îranê ji bo peymaneke ku dikare şerê bi Amerîkayê re bi dawî bike, pêşniyareke nû pêşkêşî birêvebiriya Pakistanê kiriye ku di navbera her du welatan de navbeynkariyê dike.
Di nûçeya IRNAyê de hatibû gotin:
"Îranê êvara pêncşemê metna reşnivîsa dawî ya dan û standinan gihand Pakistanê ku di dan û standinên bi Amerîkayê re de navbeynkar e."