Japonyayê santrala xwe ya atomê dîsa xist dewrê
Hewlêr (Rûdaw) - Japonyayê piştî 14 salan Santrala Atomê ya Kashiwazaki-Kariwayê dîsa xist dewrê
Santral ji aliyê şiyana hilbirînê ve li cîhanê santrala atomê ya herî mezin e.
Tengava Hurmizê bû sedem
Bandorên şerê li Rojhilata Navîn û metirsiya girtina Tengava Hurmizê Japonya neçar kir.
Japonyayê piştî 14 salan ev santral dîsa xist dewrê.
Santrala Kashiwazaki-Kariwayê piştî karesata atomê ya Fukushimayê ya sala 2011an hatibû girtin.
Wê demê erdhejeke dijwar û tsunamiyek çêbûbû.
Di encamê de pergalên sarkirinê yên 3 reaktorên atomê ji kar ketibûn û bi vî awayî karesateke mezin a jîngehê qewimîbû.
"Tecrubeyeke gelekî tal bû"
Birêvebirê Santralê Takeyuki Inagaki li ser rewşê axivî û got:
"Bûyera li Santrala Atomê ya Fukushima Daiichiyê ku nêzîkî 15 sal berê qewimî tecrubeyeke gelekî tal bû.
Me ji wê karesatê gelek ders wergirtin û em li ser gelek xalan kûr fikirîn."
Japonya salane rêjeyeke zêde ya gaza xwezayî ya şil (LNG) ji Qeterê dikire.
Ev gaz bi rêya Tengava Hurmizê digihîje wî welatî.
Yekeya 6emîn a santralê 16ê Nîsana îsal dîsa ket dewrê.
Xebitandina yekeya 6emîn a bi awayekî domdar dikare xerckirina gaza şil kêm bike.
Ew dê salane di navbera milyonek û milyon û 300 hezar tonî de gaza şil kêm bike.
Hawirdeya gaza şil dê kêm bibe
Birêvebirê Santralê Takeyuki Inagaki her wiha got:
"Welatê me salane bi rêya Tengava Hurmizê 4 milyon ton gaza xwezayî ya şil hawirde dike.
Xebitandina yekeya 6emîn dikare hawirdeya gaza şil a welatê me ji sedî 30 kêm bike.
Ev yek dê bibe alîkar ku bandorên qutbûna veguhastina enerjiyê ya li Tengava Hurmizê sivik bibin."
Santral tenê bi xebitandina yekeya 6emîn dikare rojane hezar û 356 megawatt elektrîkê berhem bîne.
Rayedarên santralê ji bo ku santral bi awayekî ewle bixebite û karesatên mîna ya sala 2011an ducare nebin, tedbîrên cidî girtine.
Wan ji berê de planên hûr û kûr amade kirine û naxwazin heman karesat çêbibe.