Koletiya jinên Kurdên Êzidî kete rojeva Encumena Asayişa Navdewletî

New York (Rûdaw) - Dozgera Dadgeha Navneteweyî ya Tawanan (ICC) Fatou Bensouda ji Rûdawê re ragihand ji bo darizandina endamên rêxistina DAIŞ yên ku keç û jinên Êzidî kirine kole pêwîstî bi hevkariya navdewletî heye.

 

Bensouda, roja Pêncşemê li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê beşdarî li civîna Encumena Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî (UNSC) li ser tundûtijiya cinsî û bazirganiya mirovan kir.

 

Dozger Bensouda ku gazinc dike heta niha li ser doza revandin û kolekirina keç û jinên Êzidî wekî pêwîst agahî neketine destê wê got: "Ez dixwazim welatên ku li dadgeha me endam in, eger hemwelatiyên wan di nav rêzên DAIŞê de hebin, bi nivîsgeha min re bişixulin û agahî bidine me."

 

124 dewlet endamên Dadgeha Navneteweyî ya Tawanan (ICC) e ku dikare kesan ji tawanên nîjadkujî, tawanên dijî mirovahiyê û tawanên şer bidarizîne. Navenda wê li bajarê Den Haagê yê Hollendayê ye.

 

Tê texmînkirin zêdetirî 6 hezar keç û jinên Kurdên Êzidî ji aliyê DAIŞê ve hatibine revandin û wekî "cariye" hatibine kolekirin. ji wan derdora 3 hezar keç û jin hatine rizgarkirin û yên din hêj di destê wê rêxistinê de êxsîr mane.

 

Ne Iraq û ne jî Sûriye ku DAIŞê li ser xaka wan tawanên tundûtijiya cinsî encam dane endama ICC ye. Ji ber vê yekê dadgeh nikare destwerdanê li ser xaka her du welatan bike.

 

Meha Adarê, Wezîrê Karûbarên Civakî yê Herêma Kurdistanê, Mihemed Qadir Hawdiyanî bang li pispor û dozgerên ICCyê kiribû ku li Şingalê lêkolîn li ser tawanên DAIŞê bikin.

 

Sazûmankirina koletiya cinsî

 

Nûnera NY a taybet bi rûbirûbûna tundûtijiya cinsî, Zainab Bangura di civînê de şêweyê firotina keçên Êzidî xiste rojevê û mînakek ji peyameke endamekî DAIŞê li ser înternetê xwend:

 

"Eva genc e, xweşik e û di nav nivînan de baş e. Ez herî kêm 7 hezar û 500 dolarî dixwazim. Hun dê poşman nebin."

 

Bangura aşkera kir ku ev peyam digel wêneyekî keçika Êzidî ku 12 salî jî nîne hatiye weşandin û piştre çekdarekî DAIŞê ji Lîbyayê bi 7 hezar û 700 dolarî ew kirrî.

 

Zainab Bangura berê ragihand ku komên çekdar ên îslamî wekî, DAIŞ û Boko Haram koletiya cinsî divejînin û wekî sazî rêk dixin:

"Komên tundrê, fethên xwe îro li ser laşên keç û jinan pêk tînin. Ev vejandina bazirganiya koleyan e di serdema jiyana me de."

 

45 Milyon dolar fidye

 

Ji aliyê xwe ve Sekreterê Giştî yê NYê, Ban Ki moon diyar kir ku tundûtijiya cinsî wekî taktîkeke terorê tê bikaranîn:

 

Ban Ki moon wiha got: "Komên wekî DAIŞ û Boko Haram tundûtijiya cinsî bikar tînin da ku şervanan û endamên nû vekişînin û pare qizinc bikin. Hatiye pîvan ku civaka Êzidî tenê sala 2014ê, 45 milyon dolar fîdye daye DAIŞê. Jin, zilam, keçik û zarokên revandî di xirabtirîn trawma, tundûtijiya fizîkî û cinsî, zewicandina bi zorê û rewşa koletiyê re derbas dibin."