BRÎTANYA - Çiraya hêviyê û navê berxwedanê: 50 saliya hunera Şivan Perwer hat pîrozkirin

London - Li Parlamentoya Brîtanyayê “Bernameya Rêzgirtina 50 saliya Hunera Şivan Perwer” hat sazkirin

Siyasetmedar Osman Baydemîr di merasîmê de diyar kir ku Şivan Perwer dengê berxwedanê gelê Kurdistanê ye.

Li paytexta Brîtanyayê li Londonê ji aliyê Centre for Kurdish Progressê bernameyeke taybet ji bo 50 saliya hunermendê Kurd Şivan Perwer hat amadekirin.

Hunermend Şivan Perwer, siyasetmedarê Kurd Osman Baydemir, siyasetmedarê Brîtanî Lord David Paul, Wezîra Kurd a Brîtanî Feryal Clark, gelek parlamenter, nûnerên saziyên sivîl, rojnameger û Kurdên Diyasporayê beşdarî bernameyê bûn.

Di destpêka bernameyê de Perwer bi kurtî behsa jiyana xwe ya hunermendî, astengên salên ewilî ku hatin pêşiya wî û jiyana xwe ya li sirgûnê kir.

Şivan Perwer behsa hunera xwe kir û got:

"Beriya ku dest bi Kurdî stran gotinê bikim, gelek heval û hogirên min şîreta bi Tirkî stran gotinê li min kirin lê min got ez dê nebim beşek ji wan hunermendên ku dibin perçeyek asîmîlasyona Kurdan û stranan bo Tirkan dibêjin.

Di destpêkê de min stranek bi Kurdî bi navê 'Ka Kurdistana min Ka' çêkir û di nav du-sê mehan de gelek deng veda.

Vê jî hêzek da min ku ez berdewam bim û gelek stran min çêkirin. Ji ber gelek asteng û neheqiyan min gelek stran bo miletê xwe çêkirin."

"Min muzîka xwe tenê bi Kurdî çênekiriye. Gelek albûmên min bi zimanên din jî hene. Hard Rock, Rap, Jazz, gelek cûreyên mûzîkê min çêkirine."

“Brîtanyayê gelek dewlet ava kirine”

Ji ber nebûna dewleteke wekî gelê xwe min jî gelek zehmetî kişand û hê jî em dikişînin, Brîtanya wekî giravek li cîhanê gelek dewlet damezrandine.

A niha zimanê wan Îngilîzî di nav 3 milyar kesan de tê axaftin. Amerîka, New Zeland, Kanada û gelek dewletên din bi destê Brîtanyayê hatin avakirin.

Em hêvî dikin Brîtanya Kurdistanekê bo me jî ava bike."

Seferek ji bo Herêma Kurdistanê di sala 1991ê de

Perwer di berdewamiyê de behsa sefera xweya ya ji bo Herêma Kurdistanê jî kir û got:

“Li ser vexwendina xanima yekem a Fransayê Danielle Mitterrandê ez cara ewilî di sala 1991ê de çûm Başûrê Kurdistanê.

Wê gavê em ji ser Îranê ve çûn. Ez bi guman bûm ku ji aliyê Îranê ve bêm girtin lê Mitterrandê ez wek şêwirmendê xwe yê rojnamevanî di lîsteya heyetê de tomar kirim.”

“Hêvîdar im pêvajoya li Tirkiyeyê serkeftî be”

Hunermend Perwer amaje bi pêvajoya çareseriyê jî kir û got, “Li Tirkiyeyê ji aliyê hikûmetê ve hinek hewldan bo guherînan tên avêtin û hêvîdar im ev pêvajo li wir serkeftî be û em jî herin wan pîroz bikin, bêjin spas, destxweş, we karekî baş kir û we xwe guhert.

Osman Baydemir: Te ruhê Kurdistanîbûnê da me

Siyasetmedarê Kurd Osman Baydemir jî behsa hêz û bandora hûner û dengê Şivan Perwer kir û got:

"Vêga ez lê temaşe dikim ez ne li vir im. Vedigerim zarokatiya xwe ku wê demê welatê me li zimanê me qedexe bû. Stranên me qedexe bûn.

Wê demê Kurd bûn tiştekî gelek xeter û metirsîdar bû. Ji devla hemû beşdarbûyan ve ez dixwazim spasiyeke taybet pêşkêşî Şivan Perwer bikim ji bo hewl û keda ku heta niha bo hûnera Kurdî daye.

Spas bo dayina ruhê Kurdistanîbûnê bi dengê xwe.

Tu ji bo me wezîrê hûner û balyozê aştiyê yî di navbera Kurd, Ereb, Fars û Tirkan de. Pireke di navbera Başûr û Bakur, Rojhilat û Rojava de."

“Şivan navê berxwedanê bû”

Wezîra Kurd a Brîtanî Feryal Clarkê jî behsa hûnera Şivan Perwer kir û got, "Stranên wî di zarokatiya min de dihatin wateya berxwedan û têkoşîna Kurdan li hemû herêmê.

Gelek baş tê bîra min gava em zarok bûn me guhdariya strana 'Ez Xelef im Xelef' dikir û dîlan digirt.

Eger ez îro li vir bim, Kurd hê jî Kurd ji bo mafê xwe di berxwe didin, yek ji wan sedeman jî stranên te ne ku îlhamê dide berxwedana gelê Kurd."

“Şivan Perwer çiraya heviyê ye”

Damezrîner û Rêveberê Centre for Kurdish Progress Îbrahîm Dogus jî li ser bernameyê got:

"Em gelek serbilind in ku vê xelatê didin Şivan Perwer, kesayetiyekî efsanewî ku muzîk û peyamên wî bo gelek nifşên Kurd û dostên Kurdistanê li çar aliyên cîhanê belav bûne.

Dilsoziya Şivan a ji bo çand, zimanê Kurdî û têkoşîna ji bo edaletê bi rêya hunerê ne kêmî tiştekî bêhempa ye.

Ev çalakî ne tenê rêzgirtinek ji bo karên wî yên bênavber e lê di heman demê de ji bo rola wî ya daîmî ye wekî dengek ji bo gelê Kurd û çirayeke hêviyê ye di demên dijwar de."

Piştî bernameyê her yek ji Lord David Paul û Clark li ser navê Centre For Kurdish Progress xelata rêzgirtina da