Cotkarên Ukraynayê ji tirsa şer û şewatê genimê xwe zû didirûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li Ukraynayê dema dirûna genim nêzîk bûye. Şer jî berdewam dike û cotkarên wî welatî ji wê yekê ditirsin ku ji ber şer û mûşekan, agir bi zeviyên wan bikeve û berhema wan ji nav biçe.

Cotkarên li herêma Donbasê dibêjin, divê ew di nava çend rojan de karê dirûna genim temam bikin, ji ber ku her mûşekek li nav zeviyên wan bikeve dê yekser genimê wan bişewite.

Hikûmeta Ukraynayê jî dibêje, sektora çandiniyê ya welatê wan 27.6 milyar dolar zerar dîtiye.

Cotkarên Ukraynayê ditirsin ji ber bombebaran û topbaranê ku agir bi zeviyên wan bikeve. Cotkarên navçeya Luhanisk a herêma Donbasê nêzîkî 30 kîlometreyan ji eniya şer dûr in.

Demsala dirûna genim nêzîk bûye lê benzîn kêm e û nirxê wê jî zêde ye.

Cotkarê Ukraynî Sergey lyoberaskî got, “Nirxê benzîn gelekî zêde ye û yek lître bi 2.54 dolaran e. Eger şer rê bide em ê genimê xwe bidûrin berî ku bi şewitin û dê bibe nan jî.”

Li nav zeviyan cihê mûşekên Hêzên Rûsyayê hene. Hemû cotkar dibêjin di van çend rojên bê de divê dirûna genimê xwe temam bikin heger na ji ber şer ew ê yê heyî jî ji dest bidin.

Cotkarê Ukraynî Anatollî Moysînko anî ziman, “Eger mûşekek bikeve xwarê hemû dê bişewite. Wê demê tiştek ji me re namîne. Min genimê herî bi baş kirîbû û çandibû.”

Wezareta Jîngehê ya Ukrayna dibêje ji destpêka şer ve 300 bûyer çêbûne ku ew wek tawanê jîngehê bi nav dikin.

Cotkarê Ukraynî Anatollî Moysînko got, “Ev rewşa em tê de ne wek lîstika kartan e. Ew ê li me bidin an na. Rewşeke qûmarê ye. Em nizanin dê şensê me çibe?”

22 milyon ton genim li benderên Ukraynayê de asê mane. Li gor Netewên Yekbûyî, Ukrayna ji %10ê genimê cîhanê û Rûsya jî ji %17ê genimê cîhanê dabîn dike lê tirsa wê yekê heye ku piraniya wê negihêje bazarên cîhanê.